HELEBCE — Festîvala Hinar ya Helebceyê bi çîrok û kesayetên jêhatî tije ye û her yek ji wan festîvalê hîn bedew û bicoştir dike, di nava wan de hunermendekî ji Rojhilatê Kurdistanê bi firotina qurnefîla kurdî û stranbêjiyê coş dide festîvalê.
- Osman Merîwanî di sala 1961’an de li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê û niha temenê wî 65 salî ye.
- Osman Elî yê ku wek Osman Merîwanî tê naskirin, diyar kir ku ev pêncemîn sal e ew tevlî festîvala hinar ya Helebceyê dibe.
- Merîwanî anî ziman ku ew hîn ji temenê zarokatiyê ve ji stran gotinê hez dike û guh daye stranên Hesen Zîrek û mamosta Osman Hewramî.
Bi firotina qurnefîlê û stranan coş dide festîvalê
Festîvala Hinar ya Helebceyê bi çîrok û kesayetên jêhatî tije ye û her yek ji wan festîvalê hîn bedew û bicoştir dike. Ji wan jî hunermendekî ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi firotina qurnefîla (mêxek) kurdî û stranbêjiyê coş dide festîvalê. Osman Merîwanî di sala 1961’an de li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Niha temenê wî gihiştiye 65 saliyê û tevlî festîvala hinar û payîzê ya Helebceyê bûye. Osman diyarkir her sal tevlî festîvalê dibe û bi karê qurnefîla Kurdî ve mijule. Ji bilî wê jî stran gotin kiriye beşek taybet ya jiyana xwe. Wî bi tevilbûna xwe coş daye festîvalê.
Xelkê Helebceyê hezkirî ne û stranên Hesen Zîrek bandor lê kirine
Osman Elî ku wek Osman Merîwanî tê naskirin, têkildarî tevilbûna xwe ya festîvalê got: “Ev pêncemîn sale ez tevlî festîvala hinar ya Helebceyê dibim. Xelkê Helebce û deverê tên heskirin. Hîn ji temenê zarokatî ve ji stran gotinê hez dikim. Ji zarokatî ve min hertim guhê xwe daye stranên Hesen Zîrek û mamosta Osman Hewramî. Min giringî daye stran gotinê.”
Şêwazên gotina stranan û girîngiya amûran
Osman Merîwanî hîn zêdetir behsa xwe stran gotinê kir û got: “Dema ez stranên xwe bi şimşal, tepil û bilûrê (balabanê) dibêjim, peyvên xweştir tên bîra min. Eger tu tenê bi serê xwe stranê bêjî, qirika te diweste û tu nikarî stran û peyvan bi başî bînî ziman. Ji ber wê yekê, em piranî stranan bi şêwazê meqam, lorî, hewramiya nav derbendan û her weha bi şêwazê hore di nav civat û kombûnan de dibêjin.”
Pêşeroja Bûyeran
Beşdarên festîvalê balê dikişînin ser wê yekê ku jin di parastina mîratê çandî de xwedî roleke mezinin û çalakiyên bi vî rengî nirxên çandî zindî dihêlin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî