31 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

📰 KAPSAMLI RAPOR

ŞENGAL-ROJNEWS — Şehîdên Şengalê Agir Botan, Firat Întiqam, Şengal Qîranî, Yesir Şemir, Çîçek Ocalan, Avesta Şengal û Arama Şengal ên dem û cihên cuda şehîd bûbûn, li Goristana Şehîda Berxwedan û Dijwar a li Şengalê hatin bibîranîn. Di van demên dawiyê de şehîdên di cih û demên cuda yên li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûyîn tên ragihandin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • 7 şehîdên Şengalê bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîda Berxwedan û Dijwar hatin bibîranîn.
  • Bi sedan kes, malbatên şehîdan, nûnerên Meclîsa Gel a Şengalê, TAJÊ, YJŞ û YBŞ’ê tevlî merasîmê bûn.
  • Peyama Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan hate temaşekirin.

Nasnameyên şehîdan hatin eşkerekirin û merasîm hate lidarxistin

Şehîdên Şengalê Agir Botan, Firat Întiqam, Şengal Qîranî, Yesir Şemir, Çîçek Ocalan, Avesta Şengal û Arama Şengal ên dem û cihên cuda şehîd bûbûn, li Goristana Şehîda Berxwedan û Dijwar a li Şengalê hatin bibîranîn. Di van demên dawiyê de şehîdên di cih û demên cuda yên li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûyîn tên ragihandin. Ji nava wan Agir Botan, Firat Întiqam, Şengal Qîranî, Yesir Şemir, Çîçek Ocalan, Avesta Şengal û Arama Şengal şehîdên Şengalê bûn. Piştî nasnameyên wan ji malbatan re hatin eşkerekirin, destpêkê xêr hatin belavkirin, bi rê û resmên olî hatin bibîranîn. Îro jî bi amadebûna bi sedan kesan li goristana Şehîd Berxwedan û şehîd Dijwar her 7 şehîd bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Girsefir û nûnerên gel amade bûn

Di serî de malbatên şehîdan, nûnerên Meclîsa Gel a Şengalê, TAJÊ, YJŞ, YBŞ’ê û bi sedan kes di merasîmê de amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Her wiha peyama Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan yên Şengalê re şandî jî hate temaşekirin.

Pêşeroja Bûyeran

Mûrad Karayîlan di peyama xwe de ev got: “Me niha dît, ciwanên Şengalê bi xwe bi xort û keçên xwe ve îcar beşdarî nava refên me bûn. Li ku? Tenê ne li Şengalê. Xwestin werin çiyayên Kurdistanê, werin Kurdistana Bakur. Hinek ji wan hevrêyên me şehîd bûn. Ev ji bo we serbilindiyeke. Ango we bersiva gerîla da. Ciwanên Şengalê jî hatin alîkariya gerîla. Ev tiştekî pir hêja ye. Pir bi rûmete. Çawa ku em pê serbilindin, hûn jî bi van”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse