SÛLEYMANÎ — Li bajarekî ku werzişa jinan her tim li ber paşguhkirin û ceribandinên dijwar re rûbirû ye, jineke mînak heye ku 14 salin bê westan dixebite da ku nifşek ji werzişvanan mezin bike.
- Bexan Mihemed 14 salin bê westan dixebite da ku nifşek ji werzişvanan mezin bike.
- Baxan Mihemed rahêner, werzişvan, mamoste û dayik e ku li Klûba Werzîşê ya Afrodît dixebite.
- Ew ji dayik û bavan dixwaze ku keçên xwe bişînin werzişê û ji tesîra neyînî ya teknolojiyê dûr bixin.
14 Sal E Spêrdarê Werzişê ye
Li bajarekî ku werzişa jinan her tim li ber paşguhkirin û ceribandinên dijwar re rûbirû ye, di nav atmosfereke wisa de jineke mînak heye ku 14 salin bê westan dixebite da ku nifşek ji werzîşvanan mezin bike û ji dayik û bavan dixwaze ku keçên xwe bişînin werzişê. Bexan Mihemed ku jineke rahêne, werzişvan û mamoste ye û di heman demê de dayike, 14 salin li Klûba Werzîşê ya Afrodît wekî leyîstikvan dixebite. Niha ew li Beşa Werzîşê ya Zanîngeha Silêmaniyê mamoste ye. Klûba Afrodît, klûbeke werzîşê ya jinane li Silêmaniyê û ji hêla Baxan Mihemed ve tê rêvebirin û têkildarî destpêka tevlîbûna xwe a ji karwanê werzişê re, ji ajansa me re axivî.
Astengiyên Civakî û Piştgiriya Malbatê
Baxam Mihemed têkildarî çîroka xwe ya ketina nav cîhana werzişê wiha got; “Eleqeya min ji werzişê re li dibistanê destpê kir û piştre ez beşdarî Klûba Afrodît bûm. Lêgel wê yekê jî min xwendina xwe domand; Lêbelê, di civaka me de astengî ji bo jinan hene. Lê bi sebir, min karî astengiyên li pêşiya xwe derbas bikim. Hevjînê min alîkarê min yê sereke ye û em wekî malbat rojane rahênanên werzişê dikin. Tevî ku birêvebirina erkê dayiktiyê, karên malê, mamostetiyê û perwerdehiya li meydanê pir zehmete jî; lê ez kêfxweşim ku ez dayikek werzişvanim û vê yekê bandorek erênî li ser perwerdeya her du kurên min kiriye.”
Pêşeroja Bûyeran
Baxan Mihemed di wê baweriyê de ye ku dayikeke werzişvan ku zarokê xwe tevlî werzişê dike, ji malbatên ku zarokên wan tenê bi teknolojiyê re wext derbas dikin pir cuda ye. Ji ber vê yekê, ew her gav şîretê li dayik û bavan dike ku zarok û keçên xwe bişînin qadên werzişê.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî