1 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Kobanê ji zarokên min şirîntir bû: Çîroka berxwedan û dayîka sê şehîdan

📰 KAPSAMLI RAPOR

KOBANÊ — Dayîka sê şehîdan a bi navê Semîra bal kişand ser berxwedana dîrokî ya Kobanê û anî ziman ku zarokên wê ji bo welatê herî şîrîn şehîd bûne û ew qet poşman nîne, berevajî vê yekê xwestiba zarokên wê yên din jî heban û ew bikirana şervan.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Dayîka sê şehîdan Semîra da diyarkirin ku ew bi şehadeta zarokên xwe serbilind e û got, ‘Kobanê ji zarokên min şirîntir bû’.
  • Di dawiya sala 2014’an de DAÎŞ’ê bi hêzeke mezin êrîşî Kobanê kir û zêdetirî 300 gund di nav çend rojan de xistin bin serweriya xwe.
  • 1’ê Mijdara 2014’an weke Roja Cîhanê ya Kobanê hate ragihandin û li gelek bajarên cîhanê meşên piştgiriyê hatin lidarxistin.

Êrîşên DAIŞ’ê û destpêka berxwedanê

Di dawiya sala 2014’an de DAÎŞ’ê bi hêzeke mezin êrîşî Kobanê kir. Zêdetirî 300 gund di nav çend rojan de xiste bin serweriya xwe. Ji bilî parastinê ti rêyên din nebû. Ruxmî cebilxane û derfetên kêm jî şerevanên vî welatî li berxwe dan. Bi sedan şervanan bi çekên sivik di taxên Kobanê yên mayî de li ber xwe dan. Heta ku balafirên Koalîsyona Navdewletî baregehên DAIŞ’ê topbaran kirin.

Roja Cîhanê ya Kobanê û piştevaniya gerdûnî

1’ê Mijdara 2014’an weke Roja Cîhanê ya Kobanê hate ragihandin. Bi dehan bajarên welatên cîhanê ji bo piştgiriya Kobanê meşiyan. Armanca piştgiriya cîhanê ya sereke ji berxwedana Kobanê re, tunekirina terorê bû. Terora ku wateya mirovahiyê, exlaq û qanûnên navdewletî nas nake. Navê Kobanê li her derê; li Emerîkaya Latîn, paytexta Japonyayê Tokyo deng veda û li gelek bajarên dewletên Rojavayî û Tirkiye meşên girseyî hatin lidarxistin. Heta li peytexta Afganistanê Kabûlê jî cara yekemîn di dîrokê de ji bo piştgiriya Kobanê jin meşiyan.

Berxwedana sedsalê û îradeya polayî

Berxwedana Kobanê ya sedsalê ne berxwedaneke ji rêzê ye. Kurdan jî di wir de diyar kir ku çi dibe bila bibe, dê Kobanê nekeve. Bi hezaran ciwanên ji her çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dan bajarê Kobanê û li wir berxwedaniyeke bê navber raber kirin. Li aliyekî top û tifing, li aliyê din jî qilêş û berxwedanî. Ger israr û îrade xurt be, dê serkeftin mîsoger be. Ji lewra jî berxwedaniya Kobanê bû dîrokê.

Pêşeroja Bûyeran

Gelek dayîk ji bo parastina axa welat û nirxên mirovahiyê kedeke bêhempa dan û bi sekna xwe ya bi biryar mîraseke mezin ji bo nifşên pêşerojê hiştin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse