ŞENGAL-ROJNEWS — Jinên Êzidî yên ku tevlî merasîma şehîdan bûn gotin; ‘‘Serê me bi zarokên me ên şehîd bilinde, em ti carî qenciya şehîdên xwe ji bîr nakin. Ji bo ku em carek din nebin qurbanê siyaseta qirêj, zarokên me bi serbilindî berê xwe dan çiyayên azad.’’ Duh li Şengalê 7 şehîdên li cih û demên cuda hatin bi bîranîn.
- Duh li Şengalê 7 şehîdên li cih û demên cuda yên li herêmên parastinê şehîd bûyîn hatin bi bîranîn û bi sedan kes amade bûn.
- Hevseroka komîna Borikê Tevrê Xelef diyar kir ku keç û xortên wan di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ji bo parastina hebûna xwe çek rakirin.
- Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel anî ziman ku dema fermana 2014’an wekî civaka Êzidî ew bê hêza parastinê bûn.
Soza bi şehîdan re hate dubarekirin
Jinên ku beşdarbûna xwe dan çêkirin soza xwe bi şehîdên xwe re dubare kirin û teqez kirin ew bi keç û xortên xwe yên her qadê de parastina ax û nasnameya xwe dikin serbilindin. Duh li Şengalê 7 şehîdên li cih û demên cuda yên li herêmên parastinê şehîd bûyîn hatin bi bîranîn. Di bîranînê de bi sedan kes amade bûn.
‘Parastin ji xwe re kirin rêgez’
Hevseroka komîna Borikê Tevrê Xelef di kesayeta 7 şehîdan de tevahî şehîdên Êzidxan û Kurdistanê bi bîranî û ragihand ku keç û xortên wan di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ji bo parastina hebûna xwe çek rakirin û got: “Jin û dayîkên me ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Ji bo tolhildan û rizgarkirina wan parastin ji xwe re kirin rêgez. Em tu caran qenciya wan ji bîr nakin. Da ku axa pîroz, Şengal û Çiyayê Kurdistanê rizgarbikin şehîd bûn. Li gel zarokên xwe em alikariya şervanên azadiyê û gelê Rojava ji bîr nakin.”
Pêşeroja Bûyeran
Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel jî tevahî şehîdên ferman û azadiyê bi bîranî. Dayê Neam anî ziman ku dema fermana 2014’an wekî civaka Êzidî ew bê hêza parastinê bûn, hêzên li Şengalê jî parastina wan ne kiriye û got: ‘‘Wê demê ger hêza me ya parastinê hebûya wê bi hezaran zarok û jinên me ne ketan destê DAIŞ’ê. Gerilayên HPG -YJA Star, YPG tevahî ji bo parastina Kurdistanê têkoşiyan.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî