QAMIŞLO — Kongra Star diyar kir ku Kobanê cihê îrade, nasname, bîr û lêgerîna azadiyê ya gelekî ye û bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da.
- Di kesayetiya Şehîd Arîn Mîrkan de hemû şehîdên ku Kobanê veguherandin sefereke berxwedanê hatin bibîranîn.
- 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ne rojeke bîranînê ya asayî ya di salnameyê de ye, belkî navê destana berxwedanê ye.
- Kobanê bûyek ji sembolên têkçûna DAÎŞ’ê û cihekî dîrokî ku li hemberî tarîtiyê hêviya azadiyê ji nû ve rabû ser piyan.
Îradeya Azadiyê û Bîranîna Şehîdan
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, ‘Di kesayetiya Şehîd Arîn Mîrkan de em hemû şehîdên ku Kobanê veguherandin sefereke berxwedanê ya li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê û ji bo azadî û rûmeta mirovahiyê şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Îradeya ku wan ji bo azadiyê raber kir, ne tenê bûye mîrateya berxwedanê ya Kobanê, belkî li hafizeya hevpar a mirovahiyê jî hatiye qeydkirin. Bîranîna wan, di eynî demê de hilgirtina berpirsiyariya jiyandina nirxên ku wan parastine, hêviya azadiyê û rûmeta mirovahiyê ye.’
Destana Berxwedana 2014’an
1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ne rojeke bîranînê ya asayî ya di salnameyê de ye. Ev dîrok, navê destana berxwedanê ye ku gelê li dijî êrîşên tarî yên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an serî li ber natewandiye, li wijdanê hevpar ê mirovahiyê nivîsandiye. Kobanê bi mehan hate dorpêçkirin, rastî êrîşên giran hat; lê belê teslîm nebû. Bi fedakariya Arîn Mîrkanan, bi îradeya ji pola a berxwedêran û bi piştevaniya ku ji çar aliyên cîhanê bilind bû, êrîşên DAÎŞ’ê hatin şikandin. Kobanê bû yek ji sembolên têkçûna DAÎŞ’ê bû cihekî dîrokî ku li hemberî tarîtiyê hêviya azadiyê ji nû ve rabû ser piyan.
Pêşeroja Bûyeran
Tiştên ku li Kobanê qewimîn, wateyek ji parastina bajarekî pir wêdetir hilda ser xwe. Li wir ne tenê erdnîgariyek; hêviya gelan a bi rengekî wekhev, azad û bi rûmet jiyanê hate parastin. Kobanê nîşan da ku sînor nikarin êş, piştgirî û lêgerîna azadiyê ya gelan ji hev veqetînin. Ruhê piştevaniya enternasyonalîst ku sînorên fîzîkî derbas ki
Çavkanî: ANF Kurmancî