HEWLÊR — Tam bi temamî du sal berê, di meheke wekî vê mehê de li Herêma Kurdistana Federe hilbijartina parlemenê li dar ket, lê tevî derbasbûna du salan hê jî hikumetek ava nebûye û dema avabûna wê jî nayê zanîn.
- Di 20’ê kewçêra 2024’an de li Herêma Kurdistana Federe hilbijartina parlementê hate lidarxistin.
- Di sala ewil de rayedarên YNK û PDK’ê 12 caran hevdîtin pêk anîn lê nekarîn hikumetê ava bikin.
- Tevî daxuyaniyên erênî û xweşbîn ên serkirdeyan li Foruma MERI ya Hewlerê jî hîn çareseriyek tune ye.
Encamên Hilbijartina 2024’an û Dabeşbûna Kursiyan
Roja 20’ê kewçêra 2024’an li Herêma Kurdistana Federe hilbijartina Perlemenê li dar ketibû. Di hilbijartinê de PDK’ê 39 kursî, YNK’ê 23 kursî, Nifşê Nû 15 kursî, Yekgirtûya Îslamî 7 kursî, Tevgera Helwesta Niştimanî 4 kursî, Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê 3 kursî, Eniya Gel 2 kursî û Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê û Tevgera Goranê jî her yekê kursiyek bi dest xistibûn.
Hevdîtinên Bêencam û 12 Civînên Sala Ewil
Di sala pêşî, yanê piştî hilbijartinê heta salvegera hilbijartinê ya kewçêra 2025’an rayedarên YNK û PDK’ê 12 caran hevdîtin pêk anîn lê nekarîn hikumetek ava bikin. Ji kewçêra 2025’an heta îro jî gelek caran hatin ba hev, daxuyanî dan, bi ser de gelek daxuyaniyên erênî jî dan lê hê jî hikumetek ava nebû.
Daxuyaniyên Xweşbîn Bêyî Encam
Di Foruma MERI ya ku meha borî li Hewlerê li dar ket de ji di serî de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê YNK’ê Bafil Talabanî daxuyaniyên xweşbîn dan çapemeniyê, lê forûmê niha nêzî 20 rojan derbas bûye dîsa hikumet tune ye.
Pêşeroja Bûyeran
Herêma Kurdistana Federe di çarçoveya qonaxa piştî hilbijartinê de bi valahiyeke rêvebiriyê re rû bi rû ye û welatî û çavdêr bi fikar li bendê ne bê gava bê dê kengî û bi kîjan formulekî hikumeta nû were avakirin.
Çavkanî: Diyarname