1 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Amedspor-Eyupspor: Maçê dest pê kir, va ne 11’ên Amedsporê

🔴 FLAŞ HABER

AMED — Amedspor li mal xwe tîma Stenbolê Eyupsporê dike mêvan û di deqîqeyên ewil ên maçê de bi serketineke berbiçav kete nava lîstikê.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Amedspor berî maçê bi 20 pûanan di rêza duyemîn de bû.
  • Eyupspor berî maçê bi 3 pûanan di rêza dawî de cih digirt.
  • Ermal Krasniqi di deqîqeya 12an de golek avêt û Amedspor 1-0 xist pêş.

Kadro û Hakêmên Maçê

Hakêm Alpaslan Şen maçê bi rê ve dibe. İbrahim Çaglar Uyarcan û Ogun Kamaci alîkariya wî dikin. Tîman bi van lîstikvanan dest bi maçê kir: AMEDSPOR: Lafont, Umut Meraş, D. Bates, Mehmet Yeşil, Ermal Krasniqi, Furkan Soyalp, R. Raveloson, R. Lutin, Dia Saba, Samuel Ballet, Gift Orban. EYUPSPOR: Emre, Jules, El Yamiq, Talha, Mete Kaan, Massanga, Costa, Raux Yao, Pintor, Boutobba, Yusuf.

Derbasbûna Deqîqeyên Ewil û Gol

Di deqîqeya 5an de, Ballet li pêş qelevan ma, lê nekarî golê biavêje. Di deqîqeya 6an de, vê carê Orban derket holê lê negihîşt gogê. GOL: Di deqîqeya 12an de, Erman Krasniqi li kêleka xêza ber tacê gog girt, ket nava sehayê, lîstikvanekê Eyubê li dû xwe hişt û bi lingê xwe yê çepê gog şand nav kelehê û rewş anî 1-0.

Pêşeroja Bûyeran

Pêşketinên li ser vê maçê û encama dawî ya di navbera Amedspor û Eyupspor de ji hêla Diyarname ve tê şopandin û dê ji bo xwîneran were ragihandin.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse