Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku yekîtî û hişmendiya neteweyî berxwedana Kobanê kiriye destaneke bêhempa.
- Fermandariya Giştî ya YPJ’ê diyar kir ku ya ku berxwedana Kobanê kir destaneke bêhempa yekîtiya gelê me û hişmendiya neteweyî bû.
- YPJ’ê soz da ku ew ê xeta berxwedanê û destketiyên wê biparêzin.
- Arîn Mîrkan, Gêlhat, Diyar Bagok, Rêvan, Herdem, Destîna Qendîl, Viyan Peyman, Zehra û Îvana Hofman bûn sembolên têkoşînê.
Kobanî bû xeta berxwedana rûmetê
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dîrok ne tenê şahidê serdemên tarî ye, di heman demê de şahidê berxwedana ku tarîtiyê parçe jî dike ye. Kobanî, di bîra mirovahiyê de ne tenê bajarek e; ew xeta berxwedana rûmetê ye, qada ku jiyanê li ser mirinê bi ser xistiye û keleha berxwedana bêhempa ya YPJ’ê ye.”
Stêrka azadiyê ji nû ve li Kobaniyê hilat
Di salên ku pêlên tarîtiyê li cîhanê rabûn û çeteyên hov xwestin mirovahiyê têk bibin, Kobanî bû cihê ku stêrka azadiyê ji nû ve lê hilat. Li ser kolanên ku bi xwîna lehengan hatin rengînkirin, îradeya jina azad nîşan da ku tu desthilatdariya tarî nikare li hemberî daxwaza jiyana azad bisekine. Weke ku Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya fedayî bircên vî bajarî kirin stargeha ronahiyê, fermandar û hevrêyên leheng ên wekî Gêlhat, Diyar Bagok, Rêvan, Herdem, Destîna qendîl , viyan Peyman, zehra û Îvana hûvmên jî bûn sembolên vê têkoşînê. Îro jî her jineke YPJ’ê li ser wê şopa pîroz dimeşe.
Sembola yekîtiya neteweyî
Ya ku berxwedana Kobaniyê kir destaneke bêhempa, yekîtî û hişmendiya neteweyî ya gelê me bû. Di wê serdema dîrokî de Kobanî ne tenê bi qehremaniya xelkê xwe, bi helwesta bi rûmet û tevlêbûna bi coş a keç û xortên ji her çar parçeyên Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) ve bû sembola yekîtiya neteweyî. Ji Serhedê heta Botanê, ji Germiyan û Hewlêrê heta Mehabad û Sineyê, bi taybet jî piştgirî û serhildana gelên Bakurê Kurdisanê ya ku bi rojan li
Pêşeroja Bûyeran
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di dawiya daxuyaniya xwe de soz da ku ew ê her tim xeta berxwedanê û hemû destketiyên wê yên pîroz biparêzin.
Çavkanî: ANF Kurmancî