SÂLÊMANÎ — Biyarvêrê Tevgera Helwêst Elî Heme Salih li Silêmaniyê têkildarî krîzên sotemenî û budceya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser metirsiyên cidî yên li ser beşa budceya sala bê.
- Danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de rawestiyane.
- Bexda dibêje bi rêya du kampanyayên Amerîkî lêkolîn li ser berhema neftê kiriye ku 445 hezar varêl rojane ye, lê Herêm dibêje kêmtir ji 300 hezar varêlî ye.
- Elî Heme Salih bal kişand ku ger pirsgirêk neyê çareserkirin, berpirsyariya yekem dikeve ser milê Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî.
Danûstandinên Neftê û Astengiyên Budceyê
Di saetên êvarî de li Navenda Tevgera Helwêst ya li Silêmaniyê biyardarê tevgerê Elî Heme Salih têkildarî krîzên sotemenî û budceya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Elî Heme Salih destnîşan kir ku çavdêriya rewşa navbera Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û got: “Metirsiyên cidî li ber beşa budceya sala bê ya Herêma Kurdistanê heye.” Heme Salih anî ziman ku çend rojin çavdêriya rewşa di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin û got: “Danûstandinên di navbera Herêmê û Iraqê rawestiyaye. Li ser vê Bexda gotiye ku wê bi rêya du kampanyayên Amerîkî lêkolîn li ser berhema nefta Herêmê kiriye ku 445 hezar varêl rojena tê derxistin. Herêm jî dibêje kêmtire ji 300 hezar varêlî. Vê jî kiriye ku Bexda karê xwe ya ji bo erêkirina bucde nede sekinandin. Vê jî metirsiyeke cidî li ser beşa bucdeya Herêmê ya sala bê çêkiriye.”
Projeya Çareseriyê û Berpirsyarî
Elî Heme Salih destnîşan kir ku wan ji bo çareseriyê projeyek pêşkêşî aliyan kiriye û wiha domand: “Ew jî Herêma Kurdistanê hemû berhemên neftê giştî bide Hikûmeta Iraqê û ew jî beşa bucdeya Herêmê bişîne. Bi temamî ji bo hemû Herêmê sotemenî weke bajarên din ên Iraqê peyda bike. Eger vê jî neke, di rêza yekem de berpirsyarî dikeve ser milê Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, ji ber ku biryara neftê di destê wî de ye.”
Bihabûna Nefta Spî û Kampanyayên Parzûnkirinê
Têkilarî bihabûna nefta spî jî Elî Heme Salih diyar kir ku Herêma Kurdistanê neftê dide kampanya Kar, Lanaz û Dukan, ew parzûn dikin û tevlî gazê dike û dişîne Tirkiye.
Pêşeroja Bûyeran
Pêşketinên li ser xeta Hewlêr û Bexdayê nîşan didin ku krîza neft û budceyê kûrtir dibe û ev yek bandorê li ser jiyana rojane ya welatiyan û beşa budceya sala bê dike.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî