Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz ku li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin kir, îdîa kir ku heta dawiya meha Mijdarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê bi encam be.
Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Yayman û Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, ku bi erka Komîsyona Hevgirtina Millî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclîsê hatî avakirinm çûn Îmralıyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kirin, li ser vê pêvajoyê ji rojnameya Sabahê re axivîn.
Huseyîn Yayman, da zanîn ku pêvajo li dewsa axaftina li ber çavên her kesî, pirtir bi bêdengî tê meşandin û destnîşan kir ku ev pêvajo wek siyaseteke dewletê bi xwe ye.
Çavkanî: ANF Kurmancî