NAVENDA NÛÇEYAN — Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) têkildarî pêvajoya entegrasyona demokratîk û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daxuyaniyek da û piştgirî da entegrasyona li Şengal, Rojava û Bakurê Kurdistanê.
- Paşeroja Êzdiyan divê bi îradeya azad a Êzdiyan bi xwe bê şekildan.
- Ev rêgez li Şengal, Tirkiye û Sûriyeyê bi heman awayî derbasdar e.
- Veguhertinên siyasî û lêgerînên çareseriya demokratîk ên li Rojhilata Navîn, ji bo civaka Êzdî derfetên nû û berpirsiyariyên girîng derdixin holê.
Parastina Nasname û Ewlekariya Êzdiyan
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Veguhertinên siyasî û lêgerînên çareseriya demokratîk ên li Rojhilata Navîn, ji bo civaka Êzdî hem derfetên nû hem jî berpirsiyariyên girîng derdixin holê. Di dirêjahiya dîrokê de, ji ber bawerî, çand û nasnameya xwe ya xweser, daxwaza bingehîn a Êzdiyên ku rastî zext, dûrxistin û fermanan hatine, ew e ku ewlehiya wan bê dabînkirin, mafên wan bên misogerkirin û siberoja wan bi îradeya wan a azad bê diyarkirin.
Rêgezên Bingehîn ên Çareseriyê
Em wisa bawer dikin ku her hewldanek ji bo çareserkirina pirsgirêkên Êzdiyên li Şengalê (Iraq), Tirkiye û Sûriyeyê, divê mercên taybet ên her welatî li ber çavan bigire û di çarçoveya rêgezên demokratîk de bê nîqaşkirin. Azadiya bawerî û nasnameyê, ewlehî, mafên kolektîf, welatiya wekhev û temsîliyeta demokratîk a Êzdiyan divê bibin bingeh ji bo van hemû pêvajoyan.
Pêşeroja Bûyeran
Em piştgiriyê didin avakirina diyalogê bi saziyên dewletê û aktorên siyasî re, meşandina danûstendinan û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane. Lê belê rewayiya her hevdîtinekê ku li ser navê civakê tê kirin, tenê bi danîna têkiliyan an çêkir
Çavkanî: Rojnews Kurmancî