NAVENDA NÛÇEYAN — Komên siyasî yên nêzî Heşdî Şeebî, dûrî çavên medyayê, li ser pêşniyara qanûna nû ya vê hêzê nîqaşên germ dikin.
- Di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ya 24’ê Cotmehê de, nameya hişyariyê ya Amerîkayê hate nîşandan.
- Projeyasa di sala 2016’an de hatibû qebûl kirin û niha di çarçoveya plana komkirina çekan de hewla guhertina wê tê kirin.
- Ji bo hilweşandina komên çekdar û tevlîkirina wan a nav saziyên fermî, dema diyarkirî 30’yê Hezîrana 2027’an e.
Bandora Nameya Amerîkayê li ser Projeyasayê
Ev tevger piştî wê yekê destpê kir ku di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ya 24’ê Cotmehê de, Serokwezîr Elî Zeydî nameyeke Amerîkayê nîşanî aliyan da. Di wê nameyê de Washingtonê fikar û hişyariyên xwe yên tund li ser vê projeyasayê anîbûn ziman. Ev projeyasa cara yekem di sala 2016’an de ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve wekî “Yasaya Desteya Heşdî Şeebî” hatibû qebûl kirin û wekî parçeyek ji hêzên çekdar ên Iraqê yên di bin fermandariya giştî de hatibû naskirin. Lê niha di çarçoveya plana komkirina çekan di destê dewletê de, hewla guhertina vê qanûnê tê kirin; lê belê Amerîka li dijî vê şêwazê ye û di navbera aliyên Şîe bixwe de jî li ser vê mijarê nakokî hene.
Paşvekişîna Çarçoveya Hemahengiyê û Xala Nû ya Qanûnî
Berî vê civînê, aliyên Çarçoveya Hemahengiyê zextên mezin dikirin ku projeyasa zû derbas bibe û daxwaz ji serokwezîr kiribûn ku wê bişîne parlamentoyê. Lê piştî nameya Amerîkayê, wan paşvekişîn kir û niha li xalek nû ya qanûnî digerin ku hem mafên çekdaran biparêze, hem jî li gora wê dema diyarkirî (30’yê Hezîrana 2027’an) be ku ji bo hilweşandina komên çekdar û tevlîkirina wan a nav saziyên fermî yên dewletê hatiye danîn.
Pêşeroja Bûyeran
Çavkaniyên berpirs destnîşan dikin ku dibe ku Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê hinek lîwayên Heşdî Şeebî qonax bi qonax bixe ser Polîsên Federal, daku bersiva daxwaza aliyên siyasî ya ji bo kontrolkirina çekan bide.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî