2 Kasım 2026, Pazartesi
Nûçe

‘Heta ku Rêbertiya me azad nebe, aştî nabe’

📰 KAPSAMLI RAPOR

ENQERE — Meclisa Dayikên Aştiyê ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo û gavên şênber ên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatine Enqereyê, li Parqa Meclisê daxuyaniyek dan û gotin, “Heta statuya Serokatî pêk neyê, girtî neyên berdan û gerîla venegerin, em li vir in. Em ji bo aştiyê hatin.”

📌 Serhêlên Girîng:

  • Meclisa Dayikên Aştiyê ku ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine Enqereyê, li Parqa Meclisê kom bûn.
  • Dayikan di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo aştiyê gav biavêje” vekirin û dirûşmeyên aştiyê berz kirin.
  • Dayika Aştiyê Meryem Korkmaz destnîşan kir ku mîmarê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e û xwest azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were.

Dayikên Aştiyê li Enqereyê banga aştiyê kirin

Meclisa Dayikên Aştiyê ku ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo û gavên şênber ên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatine Enqereyê, li Parqa Meclisê kom bûn. Dayikên li beriya daxuyaniyê li vir kom bûne, bi stran û dirûşman, daxwaza aştiyê kirin. Dayik piştre li heman derê daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê, endam û nûnerên partî û saziyên demokratîk û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Dayikan pankarta “Ji bo aştiyê gav biavêje” vekirin û dirûşmeyên, “Silav, Silav ji Îmraliyê re hezar Silav” û “Em şer naxwazin aştiyê dixwazin” berz kirin.

‘Sozên hatine dayîn hîn jî nehatine pêkanîn’

Dayika Aştiyê Meryem Korkmaz di daxuyaniyê de axivî, xwest ji bo pêvajoya ku 2 sal in dest pê kiriyê gavên şênber werin avetin û got: “Sozên hatine dayîn hîn jî nehatine pêkanîn. Mîmarê vê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e. Em dixwazin azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk be û gavên şênber û pêwîst bên avêtin. Pêvajo sekinî ye em vê qebûl nakin. Em dixwazin pêvajo bi aştiyê encam bibe.”

‘Heta aştî çênebe, em li vir in’

Dayika Aştiyê Murvet Demîr jî destnîşan kir ku ji bo pêvajo xera nebe ew hatine Enqereyê û got: “Heta aştî çênebe, em li vir in. Heta statuya Serokatî pêk neyê, girtî neyên berdan û gerîla venegerin, em li vir in. Em ji bo aştiyê hatin.” Kêzban Kalîn a hevjînê wê leşker bûye û kurê wê jî dema leşkerî dikir di darbeya 15’ê Tîrmeha 2015’an de hatiye girtin û di girtîgehê de tê ragirtin, tevlî çalakiyê bû. Kêzban Kalîn anî ziman ku pêdiviya hemû kesan bi aştiyê heye.

Pêşeroja Bûyeran

Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew ê heta ku daxwazên wan ên ji bo aştî û azadiyê pêk bên li qadan û li ser helwesta xwe bidomînin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse