Endamê Şaredariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Osman Bilehî, têkildarî kar û xebatên ava vexwarinê ya wargehê got: “Giştî xebatên me ji bo wargeh pêwîstiya xwe ya avê pêşwazî bike tê meşandin. Lê cardin jî kêmanî tên jiyan kirin, ji bo ew kêmanî jî bên derbas kirin hewldanên me hene ku em du bîrên din yên avê lê bidin.”
Ava vexwarinê ji derve li gorî pêwîstiya ji bo wargehê nayê pêşwazî kirin, ji bo vê yekê jî şaredariya wargehê li gorî derfetên xwe hewl dide bi kolana bîran pirsgirêka avê ya di wargehê de tê jiyan kirin çareser bike û ji bona vê jî di nava xebatê de ye.
Têkildarî vê xebata şaredariyê jî Endamê Şaredariyê yê berpirsê beşa avê Osman Bilehî, ji ajansa me re axivî.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî