KERKÛK — Piştî nerazîbûnên li ser diyarkirina nirxê her amperekê 18 hezar dînar û şûnde, Meclisa Walîtiya Kerkûkê biyar da ku nirxê her amperekê 13 hezar dînar be.
- Nirxê her amperekê ji 18 hezarî daxistine 13 hezarî.
- Meclisa Walîtiya Kerkûkê têkildarî xwepêşandanên welatiyan daxuyaniyek da çapemeniyê.
- Ji bo ku xwediyê jeneratoran ziyan negihijinê, dê bi Hikûmeta Navendî re bê axaftin.
Nerazîbûnên Welatiyan û Daxuyaniya Meclisê
Melisa Walîtiya Kerkûkê têkildarî xwepêşandanên welatiyên Kerkûkê ya li ser bihabûna nirxê elektirîka jeneratorên taxan daxuyaniyek da çapemeniyê. Piştî nerazîbûnên li ser diyarkirina nirxê her amperekê 18 hezar dînar û şûnde, Meclisa Walîtiya Kerkûkê biyar da ku nirxê her amperekê 13 hezar dînar be.
Guhertinên di Têkiliya bi Hikûmeta Navendî re
Endamê Melisa Walîtiya Kerkûkê Hisên Şêxanî anî ziman ku serê her amperekê nirxê wê ji 18 hezarî daxistine 13 hezarî û got ku ewê bi Hikûmeta Navendî re jî baxivin ku rêjeya gazê ji sedî 20 bike sedî 30 ji bo Kerkûkê ji bo xwediyê jeneratoran ziyan negihijinê.
Biryarên Nû yên ji bo Karûbarên Jeneratoran
Hisên Şêxanî diyar kir ku biryar hatiye dayîn ku beşek taybet ji bo karûbarên jeneratoran di nava meclisa waltiyê de bê avkairin ku bikarin bi awayek pir baş ji rewşê agahdar bibin û dîsa biryar dane ku her malek saetên elektirîkê danin ji bo bizanin ku her malek çiqasî elektirîkê xercikin.
Pêşeroja Bûyeran
Pêşketinên li Kerkûkê nîşan didin ku meclis ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyan û parastina mafên xwediyên jeneratoran gavên nû diavêje û têkiliyên bi Hikûmeta Navendî re didomîne.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî