Hêzên Îranê bi dronan êrîş bir ser Kampa Azadî ya li navçeya Koye.
Îranê bi du dronan êrîşî Kampa Azadî ya li navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kir.
Tê zanîn ku li Kampa Azadî endamên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û malbatên wê dijîn. Ji destpêka şerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê ve bi dehan caran bi dron û fuzeyan êrîşî vê kampê hate kirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî