Amadekariyên ji bo 13’emîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce bidawî bûn. Berdevkê festîvalê ragihand ku îsal wê çar rojan berdewam bike û rê nadin di festîvalê de plastîk were karanîn.
Li Parka Şarî Yarî ya Helebceyê, komîteya amadekar ya ji bo 13’emîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebce li gel rayedarên Rêveberiya Giştî ya Geştuguzariyê ya Helebceyê, li ser amadekarî û roja destpêkê ya festîvalê daxuyaniyek çapemeniyê lidarxistin.
Berdevkê Komîteya Amadekar ya ji bo festîvalê Star Mehmûd di daxuyaniyê de ragihand ku amadekariyên ji bo festîvalê temam bûne û roja 28’ê Cotmehê roja yekem a festîvalê ye.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî