3 Kasım 2026, Salı
Nûçe

Dayika girtiyê NATO’yê Halîl Yakût: Ji jiyana kurê min didizin!

💡 HABERİN ANATOMİSİ

AMED — Dayik Gulten Yakût anî ziman ku têkildarî dosya Halîl Yakût ê bi bahaneya civîna bilind a NATO’yê hate girtin, Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Mûglayê biryara ‘bê erkê’ da û got, “Ji jiyana kurê min didizin.”

📌 Serhêlên Girîng:

  • Halîl Yakût ê ku beriya civîna bilind a NATO’yê bi hinceta “wê çalakiyê bikin” hate girtin, bi mehan e bi rengekî kêfî di girtîgehê de ye.
  • Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Mûglayê der barê dosyayê de biryara ‘bê erkê’ da û dosya şand Hatayê.
  • Dayik Gulten Yakût bertek nîşan da û got: “Li Stenbolê sûc nedîtin, şandin Mûglayê. Li Mûglayê nedîtin şandin Hatayê. Ji jiyana kurê min didizin.”

Bi Bahaneya NATO’yê Hatin Binçavkirin û Girtin

Yên ku beriya civîna bilind a NATO’yê ya 7-8’ê Tîrmehê bêyî ku tiştek hatibe kirin bi texmîna “wê çalakiyê bikin” a polîsan bi rengekî bêhiqûqî hatin binçavkirin û girtin, bi rengekî kêfî bi mehan e li girtîgehan dîl têne girtin. Yek ji wan jî erdhejzede Halîl Hakût e. Halîl Yakût 23’ê Hezîrana 2026’an li Mûglayê ku bi kîlometreyan dûrî Enqereyê ye, bi texmîna “wê çalakî bikira” hate binçavkirin.

Dosya di Navbera Dadgehan de Tê Gerandin

Di îdîanameya têkildarî Halîl Yakût de li gel parvekirinên li ser medya dîjîtal ku tê îdîakirin têkildarî NATO’yê kiriye, dosyaya ku jê beraat kiribû hate bicihkirin. Li gel vê yekê jî diyar e ku dadgerî ji aliyê “nîşaneya sûc” ve nehatiye qanihkirin ku dosya li nava dadgeran digere. Bi hinceta dosyayên berê îdîaname bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hate amadekirin. Destpêkê Dageha Ceza ya Giran a 14’emîn a Stenbolê biryar da ku darizandin ne erka wê ye û piştre ji Mûglayê re şand. Niha jî Dadgeha Ceza ya Giran a Mûglayê ya 2’yemîn heman biryar da û ragihandin ku darizandin ne erka wê ye û ji Hatayê re şand.

Berteka Dayikê: “Ji Jiyana Kurê Min Didizin”

Dayika Halîl Yakût, Gulten Yakût ji ANF’ê re axivî û zilma ku bi mehan e li kurê tê kirin bi gotina “Li Stenbolê sûc nedîtin, şandin Mûglayê. Li Mûglayê nedîtin şandin Hatayê. Ji jiyana kurê min didizin” pênase kir û nerazîbûn nîşan da. Gulten Yakût ku ji ber erdheja Mereşê mala wê ya li Antakyayê hilweşiya, ji aliyekî ve hewl dide birînên xwe yên ji be

Pêşeroja Bûyeran

Doza Halîl Yakût a ku ji dadgehekê bo dadgeheke din tê şandin, bêyî ku çaresariyek çêbibe dewam dike û malbat li dijî vê bêhiqûqiyê têkoşîna xwe didomîne.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse