3 Kasım 2026, Salı
Nûçe

Pêvajo xitimiye, çareserî statûya Rêber Apo ye

🔍 DERİNLEMESİNE ANALİZ

NAVENDA NÛÇEYAN — Eger ku Tirkiye dixwaze pêvajo bi pêş ve biçe û aştiyeke mayînde li Tirkiye pêk were, divê derbasbûna Rêber Apo ya li avahiya nû û avakirina Destaya Aştî û Siyasîbûnê bilezîne û statûya Rêber Apo bike garantî ku bikare gavên mezintir bipêş ve biçe. Na, yek alî pêvajo naçe serî û wê rê li ber texrîbatên pir mezin ên sed salên dawî ku pir nimûneyê wê kêm, were vekirin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Eger ku Tirkiye dixwaze aştiyeke mayînde pêk bîne, divê statûya Rêber Apo bike garantî.
  • Endamê Fermandariya NPG Mûrat Karayilan 13’ê Cotmehê bal kişandibû ser rewşa xitimînên di pêvajoyê de.
  • Endamê Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê Mîthat Sancar diyar kir ku 2 mehbûn pêvajo sekiniye.

Pêvajoya Aştî û civaka Demokratîk du sal li pey xwe hişt

Pêvajoya Aştî û civaka Demokratîk du sal li pey xwe hişt. Em dibînin dem bi dem pêvajo disekine û hemû girêkorikên li pêşiya pêvajoyê dibin asteng bi kordînetorî û rêbazên nû yên Rêber Apo tên derbaskirin.

Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe çi pêwîste Tevgera Azadî dike

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan 13’ê Cotmehê axivî bû û bal kişandibû ser rewşa xitimînên di pêvajoyê de û ji bo pêvajo pêş bikeve di warê leşkerî de gavên mîna vekişna hêzan a ji Botan Mêrdî, Amedê dabûn destpêkirin. Li aliyê din ji nava bajaran jî Hêzên Taybet vekişandin. Li aliyê din li ser pêşniyara Rêber Apo hêzên gerîla yên li Zapê û Metîna jî hatibûn derxistin.

Daxuyaniyên Şandeya Îmraliyê

Li aliyê din herî dawî Endamê Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê Mîthat Sandar ji Medya Haberê re axivî bû cara ewil fermî hate ragihandin ku Rêber Apo derbasî cihê nû yê li Girava Îmraliyê bûye. Mîthat Sancar diyar kir ku 2 mehbûn pêvajo sekiniye, diviya bû deste bihata avakirin nehate avakirin. Sancar destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê Rêber Apo pêvajoyê kordîne bike. Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan jî anîbû ziman ku guhe

Pêşeroja Bûyeran

Pêvajo bi tevahî bi gavên ku ji bo statû û kordînasyona Rêber Apo bên avêtin ve girêdayî ye.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse