3 Kasım 2026, Salı
Nûçe

Hilbijartinên navberê yên DYE’yê destpê kir: Gelo ji bo Trump destpêka dawîhatinê ye?

🔍 DERİNLEMESİNE ANALİZ

AMED — Hilbijêrên li DYE’yê ji bo nirxandina du salên destpêkê yên dema duyemîn a Donald Trump û diyarkirina hevsengiyên siyasî yên nû yên li Kongreyê îro dengê xwe bi kar tînin. Li gorî anketan, dibe ku Demokrat li Meclîsa Nûneran bi ser bikevin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Di hilbijartinên navberê yên DYE’yê de ku 3’ê Mijdarê têne kirin, temamiya herdu baskên Kongreyê jinûve têne hilblijartin.
  • Hilbijêr ji bo temamiya 435 endamên Meclîsa Nûneran û ji 100 endamên Senatoyê ji bo diyarkirina 35 endaman dengê xwe bi kar tînin.
  • Li gorî analîza Reutersê ya beriya hilbijartinê, ji bo Komarger serweriyê ji dest bide, divê Demokrat herî kêm sê kursiyên din bi dest bixin.

Hevsengiyên Nû yên li Kongreyê

Di hilbijartinên navberê yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de ku 3’ê Mijdarê têne kirin, temamiya herdu baskên Kongreyê jinûve têne hilblijartin. Hilbijêr ji bo temamiya 435 endamên Meclîsa Nûneran û ji 100 endamên Senatoyê ji bo diyarkirina 35 endaman dengê xwe bi kar tînin. Her wiha li 36 eyaletan jî hilbijartinên walîtiyê têne kirin. Komarger niha li herdu baskên Kongreyê serwer in.

– Meclîsa Nûneran: Ji 435 endaman pêk tê. Kursiyên wê jî li gorî nifûsa eyaletan têne belavkirin. Ji ber ku endamên wê du salan carekê têne hilbijartin, di vê hilbijartinê de temamiya meclîsê nû dibe.

– Senato: Ji 100 endaman pêk tê. Her eyalet bi du senatoran têne temsîlkirin. Dema wezîfeyê ya senatoran şeş sal e; ji ber vê jî di her hilbijartina navberê de tenê beşek ji senatoyê tê nûkirin.

Armancên Partiyan û Rewşa Serokatiyê

Hilbijartinên Serokatiyê çar salan carekê tê kirin. Hilbijartinên navberê jî di dema navîn a serdema serokatiyê de, yanî du sal piştî hilbijartina serok tê kirin. Di van hilbijartinan de serok naguhere, lê belê li Kongreyê guhertin tê kirin.

Xuya ye ku Demokrat wê li Meclîsa Nûneran serwer bin. Li gorî analîza Reutersê ya beriya hilbijartinê, ji bo Komarger serweriyê ji dest bide, divê Demokrat herî kêm sê kursiyên din bi dest bixin.

Pêşeroja Bûyeran

Li Senatoyê jî ji bo Demokrat serwer bibin, divê herî kêm çar kursiyan bi dest bi

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse