Kurdistanî û dostên wan li bajarê Toronto yê Kanadayê hatin ba hev û komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo protesto kirin.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê li dijî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir, çalakiya protestoyî hate lidarxistin.
Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Kanadayê (Canadian Kurdish Community Centre) ve hatî ragihandin, li yek ji nuqteyên navendî ya Torontoyê Sankofa Square (bi navê berê Dundas Square) hate lidarxistin.
Çavkanî: ANF Kurmancî