1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê îtiraza li dijî biryara Dadgeha Înfazê red kir û bi vê yekê re berdan û tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ê ku zêdetirî 30 sal in girtî ye careke din hate astengkirin.
Mehmet Saît Yıldırım ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Jimar 1 a Kiriklar a Îzmîrê tê girtin, tevî ku di 27’ê Sibata 2025’an de heyama xwe ya 30 salan a înfazê tije kiribû jî, tehliyeya wî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê tê taloqkirin.
Tevî ku cezayê wî yê dîsîplînê tune ye û di qeydên girtîgehê de hatiye diyarkirin ku li gorî rêgezan tevgeriyaye jî, bi îdiaya “dê têkiliya xwe ya bi rêxistinê re bidomîne” tehliyeya wî nehatibû kirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî