Ji bo şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li bajarê Dêrikê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de hat diyarkirin ku divê ji berpirsyaran hesab were pirsîn.
Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Meclisa Malbatên Şehîdan îro bi boneya salvegera heftemîn a şehadeta şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan merasîmeke bîranînê li dar xist. Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê li Dêrikê, bi beşdariya bi sedan şênî, endamên partiyê û xizmên şehîdan hate lidarxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê Nisrîn Doko axivî û diyar kir ku hedefgirtina Hevrîn Xelef êrişek li ser doza jinan û dengê azadiyê ye.
Çavkanî: ANF Kurmancî