3 Kasım 2026, Salı
Nûçe

Şanogerên Amedê li Kobanî bûn: Huner 4 parçeyên Kurdistanê digihîne hev

📰 KAPSAMLI RAPOR

AMED — 4’emîn Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ya Şanoyê ku di 31’ê meha borî de li Kobanî dest pê kiribû, bi hemû coşa xwe didome.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Festîval ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve hatiye organîzekirin.
  • Komên şanoyê yên ji Kobanî, herêma Cizîrê, Reqa, Heleb û Şamê beşdarî festîvalê bûne.
  • Komeke şanogerên ji Amedê ku ji Elvan Koçer, Pêrînaz Aydogdu, Nûrşen Adiguzel û Rêzan Kaya pêk tê, wekî mêvan çûn Kobanî.

Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê didome

4’emîn Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ya Şanoyê ku 31’ê meha borî li Kobanî dest pê kir didome. Festîval ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve hatiye organîzekirin û komên şanoyê yên ji Kobanî, herêma Cizîrê, Reqa, Heleb û Şamê beşdar bûne. Her wiha îsal komeke şanogerên ji Amedê ku ji Elvan Koçer, Pêrînaz Aydogdu, Nûrşen Adiguzel û Rêzan Kaya pêk tê, wekî mêvan hatin Kobanî.

‘Pir şanaz im li bajarê Arîn Mîrkan im’

Şanogeran ji bo ANHA’yê axivîn. Şanoger Pêrînaz Aydogdu der barê hatina xwe ya bajarê Kobanî de got: ‘Ez pir kêfxweş im ku niha li navenda bajarê Kobanî me û li Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê amede me. Pir şanaz im ku ez wekî jineke kurd niha li bajarê berxwedanê, bajarê ku bi têkoşîna jina fedaî Arîn Mîrkan hat rizgarkirin im.’ Aydogdu kêfxweşiya xwe ya ji bo festîvalê anî ziman û got, ‘Ji ber ku ez bawer im hêviya her hunermendekê ew e ku berhemên xwe li ber gelê xwe pêşkêş bike. Çawa Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê bi diruşma ‘Ji Her Bajarekî Çîrokek, Ji Her Dilekî Romanek’ çîroka me ya kurdan jî bi vî awayî ye, wekhev e û li cihekî kom dibe û digihêje yek deryayê, ew jî azadî ye.’

‘Em ji 4 parçeyan digihîjin hev’

Şanoger Elvan Koçer jî der barê festîvalê de wisa got: ‘Em vê carê wekî mêvan derbasî rojayê Kurdistanê bûn, hêviyên me mezintir in ku di dema pêş de em derbasî Kobanî bibin û bi şanoyên xwe li Kobanî amade bin. Bi rastî ez pir kêfxweş im bi hatina min a rojavayê Kurdistanê û bi taybet bajarê Kobanî, ji ber ku em îro dibînin ku bi saya hunerê em 4 parçeyên Kurdisanê digihîjin hev û dibin yek ji ber ku bi rêya şanoyê em hestên xwe parve dikin.’

‘Em hêvî dikin şanogerên Rojava jî werin Amedê’

Li aliyê din Rêzan Kaya jî der barê vexwandina wan a ji bo tevlêbûna festîvalê de got: “Hatina min a Rojava kelecaneke pir mezin e.

Pêşeroja Bûyeran

Festîvala ku bi beşdariya komên herêmên ciyawaz û mêvanên ji Amedê tê lidarxistin, bi çalakiyên hunerî û peyamên yekîtiya çandî didome.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse