4 Kasım 2026, Çarşamba
Nûçe

PEN’a Kurd û Şaredariyên Amedê Konferansa ‘Wêje û Aştî’ Lidar dixin

🔴 FLAŞ HABER

AMED — PEN’a Kurd bi hevkariya Şaredariyên Amedê xebateke durojî ya ku pêk tê ji konferans, ger, hevdîtin û gelek çalakiyên din li dar dixe.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Konferans di 6’ê Mijdara 2026’an de li Salona Alî Emîrî ya li Amedê dest pê dike.
  • Roja yekê ya bernameyê bi ser navê ‘Wêje û Aştî’ ye û beşdar dê gotarên xwe pêşkêş bikin.
  • Roja diduyan a bernameyê dê gera li cihên dîrokî, hevdîtinên sivîl û gotûbêj pêk werin.

Di Pêvajoyên Aştiyê de Rola Wêje û Ziman

Di konferansê de mijarên wekî ‘Di Pêvajoyên Lihevrûniştin, Lihevkirin, Aştî Û Wekheviyê De Rola Wêje, Ziman û Rewşenbîriyê’ wê bêne nîqaşkirin.

Bernameya Konferansê (06.11.2026)

09:00 – 10:00 Gihîştin, Navnivîsîn, Çay û Qawe, bi awayekî fermî destpêkirina konferansê û pêşkêşkirin. 10:00 – 10:45 Rêzgirtin; Omer Fîdan (Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya Navenda PEN’a Kurd) – Axaftina destpêkê û Bixêrhatin; Hevseroka/ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê; Axaftina li ser navê mêvankirinê; Dr Zerdeşt Haco (Serokê Rûmetê yê Navenda PEN’a Kurd): Wateya rojê û rola PEN’a Kurd; Murwet Demîr (Dayika Aştiyê); Kursiyê Vala (Mizgîn Ronak û Îlhan Samî Çomak dê navên nivîskar û rojnamegerên girtî û mişextî bi bîr bînin). Danişîna 1’emîn (10:45 – 12:15): Ziman, Wêje û Mafên Gerdûnî di Pêvajoyên Aştiyê de. Moderator: Dîba Keskîn (Nivîskar). Burhan Sonmez (Serokê Giştî ya PEN’a Navneteweyî-London); Wekî nêrîneke civakî û wijdanî: Rista rêxistinên wêjeyî û rewşenbîran di avakirina aştiya mayînde û dadmendiyê de û çavdêriya di wê pêvajoyê de. Dr Bêrîvan Doskî (Seroka Rûmetê ya Navenda PEN’a Kurd-Silêmanî): Parastina zimanê dayikê, azadiya derbirînê û rêyên dîplomasiya rewşenbîriyê. Weysî Aktaş (Siyasetmedar-Amed); Bandora rewşenbîrî û polîtîkayê ya li ser hev. German Rojas (Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya PEN’a Navneteweyî –Santiago/Çîlî); Têkiliya Di Na

Pêşeroja Bûyeran

Xebata ku dê du rojan bidome, wê di roja diduyan de bi gera li cihên dîrokî, hevdîtinên sivîl û gotûbêjên ligel wan berdewam bike.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse