12 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Artêşa Tirk rêya yekane ya di navbera gundên Menax û Kinêhir ên Til Temirê de bi satirên axê girt û rê neda ku şênî nêzî zevî û malên xwe bibin.

Hêzên Tirkiyeyê li gundê Menax ê bakurê Til Temirê rêya yekane ya di navbera gundên Menax û Kinêhir ya bajêr de bi satirên axê girt.

Çavkaniyên taybet agahî da ajansa me ku artêşa Tirkiyeyê rê neda şênî ji mal û zeviyên xwe yên ku hîna di bin kontrola wê de ye nêz bibin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse