5 Kasım 2026, Perşembe
Nûçe

Nîlufer Koç: Divê Konseya Ewropayê mercên pêvajoya nû li ber çavan bigire

🔴 FLAŞ HABER

Ji KNK’ê Nîlufer Koç anî ziman ku pêvajoyeke nû ya aştiyê di rojevê de ye, Rêber Apo ji bo aştî û civaka demokratîk bangê dike û got, divê Konseya Ewropayê van mercên nû bibîne û helwesta xwe di ber çavan re derbas bike.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Di çarçoveya kampanyayê de ji 50 welatî 845 îmze hatin komkirin û bi tevlêbûna 109 xelatgirên Nobelê gihîştin Konseya Ewropayê.
  • Herî dawî 620 îmzekarên ji 29 welatî nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin.
  • Hevberdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo zelal bibe.

Piştgiriya Navneteweyî û Helwesta KNK’ê

Di çarçoveya kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ji 50 welatî 845 îmze hate komkirin. Piştgiriya navneteweyî ku 109 xelatgirên Nobelê jî di nav de ye, gihîşt Konseya Ewropayê. Herî dawî 620 îmzekarên ji 29 welatî nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin. Hevberdevka Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) mijar ji ANF’ê re nirxand.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Nîlufer Koç di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de işaret bi gavên aliyê Kurd kir û diyar kir ku helwesta nediyar û hêdî ya dewletê ya li ser mijara gavên şênber dewam dike. Koç destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo zelal bibe û bi bîr xist ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê ji 27’ê Sibatê û vir ve gelek pêşniyar hatin pêşkêşkirin.

Azadiya Rêber Apo û Aliyê Hiqûqî

Di vê çarçoveyê de destnîşan kir ku nîqaşa li ser azadiya Rêber Apo divê ne tenê bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve girêdayî bê dîtin û ragihandin, pêvajo di vê mijarê de arguman û derfeteke siyasî pêşkêş dike, lê belê mesele xwedî aliyekî hîn berfireh ê hiqûqî û siyasî ye.

Pêşeroja Bûyeran

Nîlufer Koç got, ‘Eger ev pêvajo nebûya, gelo diviyabû Rêber Apo azad nebûya? Bi dîtina min di vir de ji pêvajoyê wêdetir meseleyek heye. Ji xwe revandina wî û ragirtina wî bi rengekî neadîl a 27 salan li Îmraliyê bi serê xwe pirsgirêk e. Ragirtina lîderê gelekî, mirovekî ku ji bilî demokrasî û azadiyê…’

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse