5 Kasım 2026, Perşembe
Nûçe

HPG’ê şehîdên Rojhilat bi rêzdarî bi bîr anî

🔴 FLAŞ HABER

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî û got, “Em ê ala têkoşînê ya şehîdên xwe hilgirin û li ser vê bingehê sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe yên nemir û gelê xwe yê Rojhilat ê welatparêz re dixwazin.”

📌 Serhêlên Girîng:

  • HPG’ê şehîdên Rojhilatê Kurdistanê Artêş, Sila, Zana, Welat, Fedakar, Rêbûwar, Bêkes, Bahoz û Nebes bi bîr anî.
  • Hat destnîşankirin ku hevrêyên şehîd bi tevlîbûna xwe ya bêteredut û bi sekna xwe ya li ser xeta Apoyî tevlî karwanê nemiran bûn.
  • Agahiyên nasnameyê yên şehîdan Artêş Çîçek û Silav Destan hatin eşkerekirin.

Têkoşîneke bêeman û bê navber

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Lehengên Rojhilatê Kurdistanê hevrêyên me Artêş, Sila, Zana, Welat, Fedakar, Rêbûwar, Bêkes, Bahoz û Nebes têkoşîneke bê eman û bê navber dan û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bê kêmasî bi cih anîn. Bi tevlîbûna xwe ya bêteredut, bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta Apoyî û bi şerê xwe yê bi ruhê fedaî tevlî karwanê nemiran bûn.

Hevrêyên me ku ji bo bicihanîna xeta Apoyî têkoşiyan û li pêşberî dîlgirtina Rêberê me xwe deyndar dîtin, di nava mercên herî giran de bi mîsyona dîrokî rabûn. Bi şehadeta xwe ji bo me şopdarê wan bûn mînakên şênber ku divê milîtanekî Apoyî çawa be.

Em dibêjin; em ê ala têkoşînê ya ku şehîdên me radestî me kirine bigihînin serketinê û li ser vê bingehê em ji gelê xwe yê welatparêz ê Rojhilat û malbatên şehîdên xwe yên tevlî karwanê nemiran bûne sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameyên lehengên şehîd

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Artêş Çîçek
Nav paşnav: Mûhammed Fevzî
Cihê jidayikbûnê: Bokan
Dayik-Bav: Kubra Sûltan – Marûf
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2014 / Rojava

Nasnav: Silav Destan
Nav paşnav: Zehra Îsmaîlî
Cihê jidayikbûnê: Selmas
Dayik-Bav: Hatîce-Zubeyd
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Kanûna 2017 / Avaşîn

Pêşeroja Bûyeran

HPG’ê soz da ku ew ê xwedî li bîranîn û têkoşîna şehîdan derkeve û armancên wan bigihîne serketinê.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse