5 Kasım 2026, Perşembe
Nûçe

Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

🔴 FLAŞ HABER

ŞENGAL — Endamê Tensîqiya Şengalê Hisên Hecî destnîşan kir ku pêngava nû ya li Şengalê derfeteke dîrokî ye û divê mafên civaka Êzidî di hikûmeta nû ya Iraqê de bên parastin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Pêngava nû ya li Şengalê weke derfeteke dîrokî tê dîtin.
  • Divê mafên civaka Êzidî di hikûmeta nû ya Iraqê de bi awayekî zelal bên dayîn.
  • Hemû dosyayên Şengalê ji dema ketina Şengalê heya xiyaneta li civakê hatiye kirin, dê bi demê re bên vekirin.

Derfeteke Dîrokî ji bo Civaka Êzidî

Endamê tensîqiya Şengalê Hisên Hecî derbarê rewşa dawî ya Şengalê, mafên civaka Êzidî û pêvajoya nû de ji ANF re axivî û destnîşan kir ku derfeteke dîrokî li pêş e û divê bi ti awayî neyê windakirin û paşxistin. Hecî anî ziman ku pêwîst e mafên civaka Êzidî di vê hikûmeta nû ya Iraqê de bi awayekî zelal bên dayîn û ev entegrasyon weke gaveke yekem û dîrokî tê dîtin, lewra divê civaka Êzidî vê pêngavê ji dest nede. Wî her wiha da xuyakirin ku di vê pêvajoyê de divê dewlet bi cidî tevbigere û ev pêngav ne tenê li ser kaxezê bê hiştin û ji aliyê din ve jî divê civak tu carî tawîzê ji mafên xwe nede û heta dawiyê li ber xwe bide.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse