12 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn

Kurdên ku di nava du hefteyên dawî de ji aliyê hêzên îstîxbarata Îranê ve li Baneyê hatine girtin, der barê cihê lê tên girtin û rewşa tenduristiya wan de agahî nayên wergirtin.

Aqûbeta 5 Kurdên bi navê Hesen Mistefayî, Şerzad Çawşînî, Şahîn Reşîdzade, Xusrew Kerempûrî û Muhyedîn Banerîzî yên ku li bajarê Baneyê yê Eyaleta Kurdistanê ji aliyê hêzên îstîxbaratê yên Îranê ve hatin girtin, nayê zanîn.

Li gorî agahiyên ku Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ragihandiye, hêzên îstîxbarata Îranê roja 9’ê Cotmeha 2026’an de bi ser mala malbata Muhyedîn Banerîzî yê li Baneyê dijî de girtin û wî binçavkirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse