12 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Holmes: Pêwîstî bi perwerdeya bi zimanê dayikê û çareserkirina pirsgirêkan heye

Lêkolînera Amerîkî Amy Austin Holmes bal kişand li ser girîngiya naskirina zimanên din ji ku Erebî li Sûriyeyê û dabînkirina perwerdeya bi zimanê dayikê. Amy got, “Çareserkirina gilî û gazindan û misogerkirina beşdariya siyasî, aborî û çandî, alîkariya pêşîlêgirtina dubarebûna şer dikin.”

Di roja yekem a Forûma “MERI” ya 2026’an de ku li Hewlêra Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin, lêkolînera Amerîkî û profesora lêkolînê ya Zanîngeha George Washington, Amy Austin Holmes, diyar kir ku dema ku gilî û gazindên bingehîn neyên çareserkirin, şer gelek caran jinûve gur dibe.

Amy destnîşan kir ku rêveberiya navendî ya tund yek ji wan faktoran bû ku bû sedema derketina şerê berê li Sûriyeyê û tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina vê mijarê û pêşxistina beşdariya siyasî, aborî û çandî kir da ku îhtîmala dubarebûna şer kêm bibe.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse