5 Kasım 2026, Perşembe
Nûçe

Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

📰 KAPSAMLI RAPOR

SÛLEMANÎ — Endamê Rêxistina CPT ya Emerîkî Kameran Osman eşkere kir ku di nav 30 salên borî de ji ber operasyonên leşkerî yên artêşa Tirk û Artêşa Pasdaran ya Îranê de li Herêma Kurdistanê zêdetirî 238 zarok hatine şehîdkirin an jî birîndarkirin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Di 30 salên borî de zêdetirî 238 zarok li Herêma Kurdistanê bûn qurbaniyên şer.
  • Operasyonên leşkerî yên Tirkiye û Îranê bandorê li ser derûn, nasname û perwerdeya zarokan dikin.
  • Dibistan û xwendingehên gundan bûne hedef û ewlehiya jiyana zarokan hatiye paşguhkirin.

Bandora Şer a Li Ser Zarokan

Endamê Rêxistina CPT ya Emerîkî Kameran Osman ku beşdarî panelek ya bi navnîşana “Dema ku di Temenê Zaroktiyê de Dibîn Qurbaniyê Şer, Qeyran û Koçberbûnê” ya Konferansa Zanistî ya Navnetewî ya Zarok û Ciwanan a li Zanîngeha Silêmaniyê bû, tê de têkildarî bandorên şer li ser zarokan axivî û daneyên nû eşkere kir. Kameran Osman got; “Di nav 30 salên borî de ji ber operasyonên leşkerî yên artêşa Tirk û Artêşa Pasdaran ya Îranê de li Herêma Kurdistanê zêdetirî 238 zarok hatine şehîdkirin an jî birîndarkirin. Dema ku zarok ji ber şer koçber dibin, hestên xwe yên têkildarî girêdana bi welat, civak, xaka xwe ya jê koçber bûyî winda dikin. Ligel bandora fîzîkî ya şer li ser zarokan, şer bandorê li ser derûn, nasname, perwerde, ziman û rûmeta zarokan jî dike.”

Hedefgirtina Dibistan û Gundên Sînor

Her wiha bibîr xist ku di operasyonên leşkerî artêşa Tirk û leşkerên Artêşa Pasdaran ya Îranê, dibistan û xwendingehên gundan bûne hedef û ewlehiya jiyana zarokan hatiye paşguhkirin. Piraniya rêxistinên navneteweyî û herêmî bêtir li ser zarokên bajarok, navçe û bajaran disekinin. Lewra nekarîne xwe bigihînin zarokên gundên li sînor û pêdiviyên wan peyda bikin.

Pêşeroja Bûyeran

Endamê Rêxistina CPT ya Emerîkî, Kameran Osman di dawiya axaftina xwe de ev tişt got; “Nêrînek heye ku niha li Kurdistanê şerekî çalak tune ye. Lêbelê, ev nêrîn bi temamî şaşe û şer beşek ji jiyana rojane ya mirov û zarokên li gundên sînor yên Kurdistanê ye.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse