NAVENDA NÛÇEYAN — Li gorî medya Îsraîlê Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf hefteya borî bi awayek veşartî serdana Iraqê kiribû û bi serkirdeyên komên çekdar re civînên berfireh pêkaniye.
- Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf bi awayekî veşartî serdana Iraqê kir.
- Qalîbaf li gel serkirdeyên komên çekdar re civînên berfireh pêk anî.
- Ji tirsa êrişên ser Kuweytê, hêzên ewlekariyê li Besreyê hatine belavkirin.
Serdana Veşartî û Planên Li Iraqê
Kanala “Israel 24” ya Îsraîlê derbarê serdana veşartî ya Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf a bo Iraqê û civînên wî yên li gel berpirsên komên çekdar, agahî belav kirin. Kanalê ragihand ku çavkaniyên navxweyî ji wan re piştrast kirine ku Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf hefteya borî bi awayekî veşartî serdana Iraqê kiribû, li gel hinek serkirdeyên komên çekdar civînên berfireh pêk aniye û ji bo êrişkirina ser hinek welatên navçeyê, di nav de Erebistana Siûdî ji nava axa Iraqê ve, plan daniye.
Liv û Tevgera Leşkerî ya Li Besreyê
Her wiha hat destnîşankirin ku tê gotin ji tirsa êrişên ser Kuweytê, hêzên ewlekariyê li Besreyê hatine belavkirin. Hêjayî gotinê ye beriya çend rojan hatibû ragihandin ku ji Bexdayê gelek leşker sewqî parêzgeha Besreyê hatine kirin. Wê demê jî dihate gotin armanca liv û tevgera leşkerî, rêgirtina li ser îhtimala êrişên ser Kuweytê ye.
Pêşeroja Bûyeran
Di heman demê de, li peravên Qeterê êrişî keştiyek petrolê hate kirin, li Tengava Hurmizê 2 keştiyên neftê şewitîn, 2 dron hatin xistin û rejîma Îranê 24 sal cezayê girtîgehê li 3 welatiyên Behayî birî.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî