7 Kasım 2026, Cumartesi
Nûçe

‘Nabe saziyên Herêmê ji ber nakokiyan parçe bibe’

🔴 FLAŞ HABER

NAVENDA NÛÇEYAN — Şîrovekarê Siyasî Faris Necmawî destnîşan kir ku civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê bê YNK’ê têkilî bi amadebûn û neamadebûnê wê ve nîne û got: “Nabe nakokî bibe sedemê parçekirina saziyan.”

📌 Serhêlên Girîng:

  • Civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê bê YNK’ê têkilî bi amadebûn û neamadebûnê wê ve nîne.
  • Nabe nakokî bibe sedemê parçekirina saziyan û têkdana berjewendiyên welatiyan.
  • Avakirina herêmeke du îdarî dibe ku derî li ber dualîteya hêz û biryardariyê veke.

Tecrûbeya Parlamentoyê û Nîqaşên Fermiyetê

Şîrovekarê Siyasî Faris Necmawî têkildarî nakokiyên di navbera YNK û PDK’ê de dîsa aktîfkirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji ajansa me Rojnewsê re axivî. Şîrovekarê Siyasî Faris Necmawî destnîşan kir ku civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê bê YNK’ê têkilî bi amadebûn û neamadebûnê wê ve nîne û got: “Nabe nakokî bibe sedemê parçekirina saziyan.” Şîrovekarê Siyasî Faris Necmawî diyar kir ku civîna Parlamentoya Herêmê bê YNK’ê pirsên li ser asta lihevkirina siyasî derdixe holê û destnîşan kir ku di warê pîvanên birêveçûna civînê de û fermiyeta civînê de ferq û cudahî hene.

Mafê Vekişînê û Berpirsyariya Siyasî

Faris Necmawî bal kişand ser biryara Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ya vekişîna ji hikûmetê û got: “Vekişîn mafeke siyasî ye. Lê ev yek nayê wê wateyê ku berpirsyariya hêzên siyasî ya ji bo dîtina rêyeke çareseriyê bi dawî bibe. Nabe ev yek bibe sedemê parçebûna sazî û têkdana berjewendiyên welatiyan. Domandina neavakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya piştî du salan jî dibe Herêmê bixe nava pirsgirêkên destûrî jî. Welatî dibin qurbaniyên van nakokiyan.”

Metirsiya Dualîteya Îdarî û Biryardariyê

Şîrovekarê Siyasî Faris Necmawî qala avakirina herêmeke du îdarî kir û got: “Dibe ku derî li ber dualîteya hêz û biryardariyê veke ku bandorê li ser şêwazê rêveberî, ewlehî, aborî û têkiliyên bi Hikûmeta Federal re jî bike.”

Pêşeroja Bûyeran

Faris Necmawî anî ziman ku vekişîna YNK’ê ji hikûmetê wê bandorê li herdu partiyên sereke tenê nemîne heman demê wê bandorê li yekparçeyiya biryarên siyasî jî bike.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse