NAVENDA NÛÇEYAN — Artêşa Pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, du keştiyên ku hewl didan Tengava Hurmizê derbaskin, li mayînên deryayî ketin û her du keştî agir pê ketin. Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) jî diyarkir keştiyek dema dixwest ambargoya li ser Îranê binpê bike, hat hedefgirtin. Alozî û astengiyên li pêş hatûçona keştîvaniyê ya li Tengava Hurmizê dewam dike.
- Du keştî li Tengava Hurmizê li mayînên deryayî ketin û agir bi wan ket.
- CENTCOMê ragihand ku keştiyek dema dixwest ambargoya li ser Îranê binpê bike, hat hedefgirtin.
- Li girava Qeşem, Sîrîk, Xask û Bender Ebasê denge teqînan hat bihîstin.
Îran û CENTCOMê daxuyanî dan
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ÎRNA’yê li ser zarê Artêşa Pasdaran ragihand, du keştiyan dema ku hewl didan di rêyek bê destur re derbas bibin, bi mayînên deryayî ketin û agir bi her du keştiyan ket. Li aliyê din CENTCOM’ê jî diyarkir piştî ku keştiyek bazirganiyê li Kendava Omanê hewl dida ambargoya deryayî ya li ser Îranê bişkîne û guh neda hişyariyan, ji aliyê hêzên wan ve hat hedefgirtin.
Li başûrê Îranê dengê teqînan hat bihîstin
ÎRNA’yê şeva borî jî ragihandibû, li girava Qeşem, Sîrîk, Xask û Bender Ebas a li başûrê îranê dengê teqînan hatiye bihîstin û sedemê wan heta niha nehatiye zanîn.
Pêşeroja Bûyeran
Pêşketin û aloziyên li herêmê her ku diçe zêde dibin, di heman demê de ragihandina daxwaza DYA’yê ya ji Iraqê ji bo girtina deriyên sînorî yên bi Îranê re û binpêkirinên li Girê Spî balê dikişînin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî