AMED — Ewilî wiha bibêjim, ez bi xwe ji çîrokên gelêrî re çîrçîrok dibêjim, çimkî çîrçîrok û çîrok ji hev cuda ne. Çîrçîrokên me çîrokên kal û bapîrên me ne, hiş û bîranên me ne ku civaka me bi wan mezin bûne û gihaştin vê astê.
- Çîrçîrokên me çîrokên kal û bapîrên me ne, hiş û bîranên me ne.
- Tê de dîrok, eşq, tirs, êş, ceribandin, bîranîn û egîtên mêrxas henin.
- Qîmet nedayîna çîrçîrokên xwe wek xwebiçûkdîtine, bixwe nebawerbûne ye.
Çanda ku wek kelpîçê ji gelê me jê nabe
Çîrçîrok herçiqas wek ji çîrînê û berxwe ve hatibe gotin û hûnandin lê bingeh ne vala ye. Tê de edebî û hûnerî heye û bûye çand ji gelê me re, çanda wek kelpîçê ji gelê me jê nabe. Me tevan li cem dê û bav, kal û pîrên xwe çîrçîrok guhdar kirine yan di civakê de me çîrçîrok guhdarî kiriye û bihîstiye. Tê de dîrok, eşq, tirs, êş, ceribandin, bîranîn û egîtên mêrxas henin û ji me re bûne hiş û bîranîn.
Wexta çîrçîrokan çûye?
Demeke berê yekê nas ji min pirsî, got “Tu çima çîrçîrokan dinivîsî? Êdî wexta çîrçîrokan çûye, tu beredayî dinivîsî.” Min jî got çima wextan çîrokan çûye keko, çîrçîrokên me biqîmet in. Min jî jê pirsî “Tu fîlmên tirkî yan filmê biyanî temaşe nakî û tu li wir çi dibînî?” got “Erê, ez temaşe dikim.” Min jî jê re got “Ew çîrokên filman ma tev rast dibînî, tev tê nivîsandin lê dibe ku hinek jî rast bin, lê piranî fîlmên ku têne çêkirin wek xeyal û berxwe ve tên nivîsandin. Çîrçîrokên me jî ji ku hatiye, ma ez, tu yan em me ji dê û bavên xwe qet çîrçîrok nebihîst? Wexta ku me guhdar dikir em çiqas bibandor diman, bi tirs yan bi heyecan… Çîrçîrokên wiha zengîn û dewlemend gelo çima em çîrçîrokan biçûk dibînin yan çîrçîrokên kurdî ji hesabê derdixin. Qîmet nedayîna çîrçîrokên xwe wek xwebiçûkdîtine, bixwe nebawerbûne…
Pêşeroja Bûyeran
Vê dema ku em tê de dijîn ji bo ku neslên nû xwe wenda neke û çanda xwe hîn bibe, jê dûr nekeve û bîr û baweriya neslên nû ji çanda gel qut nebe, pirsên girîng li pêşiya me ne.
Çavkanî: Çandname