8 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

🔴 FLAŞ HABER

ROMA — Li paytexta Îtalya Romayê ji bo bîranîna nivîskar, akademîsyena Kurd û yek ji avakerên Arşîv, Lêkolîn û Pirtûkxaneya Jinên Kurd Nagîhan Akarsel 3’yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya ‘Dengên Arkaîk’ hat lidarxistin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Festîval bi pêşengiya Akademiya Jineolojiyê ya Ewropayê di 7’ê Mijdarê de li Teatro Biblioteca Quarticciolo ya Romayê hat lidarxistin.
  • Dik bi konsepteke daristanê bi îlhama dara tûyê ya ku Nagîhan Akarsel pir hez dikir hat amadekirin.
  • Amadekariyên festîvalê ku di meha Îlonê de li Reggio Calabriayê dest pê kiribûn, piştî çalakiyên gerok ên li Torino û Bolognayê, li Romayê bi dawî bûn.

Bernameya Sibehê û Beşdarên Festîvalê

Li paytexta Îtalya Romayê ji bo bîranîna nivîskar, akademîsyena Kurd û yek ji avakerên Arşîv, Lêkolîn û Pirtûkxaneya Jinên Kurd Nagîhan Akarsel 3’yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya ‘Dengên Arkaîk’ hat lidarxistin. Festîvala ku bi pêşengiya Akademiya Jineolojiyê ya Ewropayê hate amadekirin, di 7’ê Mijdarê de li Teatro Biblioteca Quarticciolo ya Romayê hat lidarxistin. Di bernameya sibehê de xebatên li ser deng, ritîm û performansa ku giraniyê dide dengê kevneşopî yê jinan hatin kirin. Di çalakiyên ku jinên Îtalyan, Kurd û koçber beşdar bûn de, tecrûbeyên jinan ên ku xemgînî, şîn û hestên xwe vediguherînin hunerê hatin nirxandin.

Konsepta Daristanê û Hunermendên Li Ser Dikê

Di bernameya hunerî ya êvarê de performansên muzîk, dans, sînema û şano cih girtin. Dik bi konsepteke daristanê bi îlhama dara tûyê ya ku Nagîhan Akarsel pir hez dikir hat amadekirin. Li ser dikê peyama “Dema darek tê birîn em vediguherin daristana ‘Jin, Jiyan, Azadî” hat danîn. Di festîvalê de koma muzîkê ya Rachele Andrioli û Coro a coro, hunermenda Kurd Denîz Deman, Şanoya Controchiave, koroya Le Coeur, Acab Coro û Koroya Jineolojiyê derketin ser dikê. Jinên hunermend bi stran û performansên xwe bal kişandin ser mijarên wekî têkoşîna jinan, hevgirtina di navbera nifşan de, têkoşîna li dijî desthilatdariya mêr û rêzgirtina li xwezayê.

FESTÎVAL LI BAJARÊN CUDA YÊN ÎTALYAYÊ HAT LIDARXISTIN

Amadekariyên festîvalê ku di meha Îlonê de li Reggio Calabriayê dest pê kiribûn, piştî çalakiyên gerok ên li Torino û Bolognayê, li Romayê bi dawî bûn.

Pêşeroja Bûyeran

Di tevahiya çalakiyan de panel, xwendina pirtûkan û atolyeyên li ser Nagîhan Akarsel û nasnameya wê hatin lidarxistin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse