STENBOL — Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya li Stenbolê bi ser navê ‘Xwendin wek navgîneke şîdeta epîstemîk’ gotûbêjek hate lidarxistin ku di gotûbêjê de bal hate kişandin ser têkiliya di navbera xwendin û polîtîkayê de.
- Gotûbêj di çarçoveya pirtûka ‘Me çi xwend, çi nexwend’ de hate lidarxistin.
- Firat Aydinkaya diyar kir ku xwendin û heta ji xwendinê rev jî gaveke polîtîk e.
- Fahriye Adsay bal kişand ser 60-70 salên dawî û destnîşan kir ku xwendinê zirar jî daye kurdan.
Pirtûka ‘Me çi xwend, çi nexwend’ bû mijara gotûbêjê
Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya li Stenbolê bi ser navê “Xwendin wek navgîneke şîdeta epîstemîk” gotûbêjek li dar ket. Di gotûbêja moderatoriya wê Ferzar Şêr kir de Fahriye Adsay û Firat Aydinkaya axivîn. Gotûbêj di çarçoveya pirtûka “Me çi xwend, çi nexwend” de hatibû li dar xistin. Ev pirtûk bi amadekariya Fahriye Adsay ji Weşanên Pallê derketibû. Di pirtûkê de gelek nivîskaran qala xwendina xwe kiribûn. Adsay û Aydinkaya jî qala xwendinên xwe kiribûn di pirtûkên de û di vê gotûbêjê de jî hem ew mesele, hem jî li ser meseleya “xwendineke çawa” sekinîn. Piştî moderator Ferzan Şêr mêvan dan nasîn, pêşî Aydinkaya dest bi axaftina xwe kir.
‘Gotin em bixwînin emê azad bibin, me xwend em dîsa azad nebûn’
Aydinkaya qala serboriya xwendiya xwe ya destpêkê kir û got, “Em mecbûrê xwendinê ne. Berê, ji bo bibin xwedî meaş, bibin dewlemend, me dest bi xwendinê kir, min xwend lê ez ne bûm dewlemend. Min bi xwendina pirtûkên li ser kolonyalîzmê dest pê kir. Apê min digot, ’em bindest in, xortên me bixwînin emê azad bibin’. Ev muhîm bû, me xwend, lê em hê jî azad nebûn.” Aydinkaya diyar kir ku “xwendin hişmendî dide mirov” û ev yek lê zêde kir, “Ji bo hişmendiya nû mirov gere bixwîne, hişmendiya berê têr nedikir. Ti çi dixwînî jî girîng e. Xwendin polîtîk. Tu ji xwendinê birevî jî gavek polîtîk e.”
Aydinkaya mijar bir heta salên 1800’î, medreseyên kurdan, rojnameya Kurdistan, helwesta Abdullah Cevdet, Ebdullerhamn Hekarî anî heta Celadet Alî Bedirxan û got, “Gotina Celadet a wekî ‘Xwendin xwenasîn e’ pir muhîm e. Hê jî gere em li ser vê bifikirin.”
Pêşeroja Bûyeran
Fahriye Adsay li ser 60-70 salên dawî sekinî. Adsay diyar kir ku karê wê bi xwendinê re ye, derdê wê bi xwendinê re ye lê gazindên wê jî li xwendinê hene. Adsay diyar kir ku xwendinê zirar jî daye kurdan û gotin ber bi dîrokê ve domandin.
Çavkanî: Diyarname