NAVENDA NÛÇEYAN — Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk derbarê geşedanên dawî yên li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand û bang li aliyan kir ku pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.
- Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê piştî 2 salan cara ewil li hev civiya û Seroka Meclîsa Parlamentoya Başûr hilbijart.
- Serokê YNK’ê Bafil Talabanî piştî civînê daxuyaniyek da û ragihand ku ew ji Hikûmeta Başûr vekişiyane.
- Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk hişyarî da ku pirsgirêkên navxweyî dikarin statûya Başûrê Kurdistanê lawaz bikin.
Geşedanên Dawî yên li Başûrê Kurdistanê
Beriya çend rojan, piştî 2 salan Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê cara ewil li hev civiya û Seroka Meclîsa Parlamentoya Başûr hilbijart. Piştî vê yekê Serokê YNK’ê Bafil Talabanî daxuyaniyek da û got ew ji Hikûmeta Başûr vekişiyane. Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek di derbarê vê geşedanê de da û xwest ku pirsgirêkên heyî bi rêya gotûbêjê were çareserkirin.
Banga Parastina Statûya Başûr
Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk got ku gelê Başûrê Kurdistanê bi berdêlên giran statuya îro bi dest xistiye û ev tişt anîn ziman: “Xwişk û birayên me yên li Başûrê Kurdistanê, bi berxwedaneke berdêlgiran statûya xwe bi dest xistin. Lê mixabin ku ji ber pirsgirêkên navxweyî, nîqaşên li ser statuya Başûrê Kurdistanê jî derketin holê. Duh çawa ku çavên hemû Kurdistaniyan li ser Rojavayê Kurdistanê bûn, vê carê jî çavên her kesê Kurdperwer li Başûrê Kurdistanê ye. Lewra gelê me bi fikare ku pirsgirêkên di navbera hêzên Kurd de kûrtir bibin û statûya Kurd a li Başûrê Kurdistanê lawaz were xistin.”
Pêşeroja Bûyeran
Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk got ku divê partiyên siyasî yên Başûr berjewendiyên takekesî nefikirin û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Em bi fikar û bi xemgînî geşedenên neyînî yên li Başûrê Kurdistanê diqewimin, dişopînin. Lê baweriya me ewe ku her alî dê bi berpirsiyarî tevbigerin.”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî