8 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Kêmxwînî (Anemî) Çi ye? Sedem, Cure û Nîşanên Wê

🔴 FLAŞ HABER

AMED — Eger ji ber hin sedeman di nav xwînê de hejmara xirokên sor kêm bibe, ev rewş wekî kêmxwînî tê binavkirin ku navê din ê kêmxwîniyê anemî ye û zêdetirî 400 cureyên wê hene.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Zêdetirî 400 cureyên kêmxwîniyê (anemî) hene.
  • Kêmbûna vîtamînên B12, B9 (asîda folîk) û C dibe sedema kêmxwîniyê.
  • Nexweşiyên bomaweyî yên wekî kêmxwîniya xaneya dasî û talasemiya dibin sedema kêmxwîniyê.

Sedemên Kêmxwînî û Kêmbûna Hesin

Ji boy kêmxwînî gelek sedem hene. Eger mêjera hesin di nav laşê mirov de ji asta asayî kêmtir bibe vê gavê bi têra xwe hemoglobîn çê nabe. Ji ber kêmbûna hemoglobînê, di nav xwînê de hejmara xirokên sor nagihîje asta asayî. Pêdiviya mirova ducanîbûyî hê pirtir bi hesin heye. Dergûş ji dayika xwe hesin digire, loma asta rêjeya hesinê laşê ducan dadikeve. Ew jî dibe sedema kêmxwînî.

Rrola Vîtamîn û Xwînçûnan di Kêmxwîniyê de

Ji boy çêkirina xirokên sor, divê di laşê mirov de bi têra xwe vîtamîna B12, Vîtamîna B9(Asîda folîk) û vîtamîna C hebe. Di laşê mirov de yek ji van vîtamînan kêm be, kêmxwînî rû dide. Xwînçûna birînan jî dibe sedemê kêmxwînî, wekî mînak birînên aşikê(made),û yên rûvî ji derve bi çav nayê dîtin, loma dibe ku demek dirêj ji mirov xwîn biçe. Her wiha nexweşiyên wekî şêrpence, AIDS, nexweşiya gûrçikan, hejmara xaneyên xwînê kêm dike.

Kêmxwîniya Xaneya Dasî û Talasemiya

Şiklê asayî ya xiroka sor gilover e. Ji ber nexweşiyeke bomaweyî di xwîna mirov de xirokên sor ne bi şiklê gilover, lê bi şeweya dasî ne. Ev nexweşî wekî kêmxwîniya xaneya dasî (Sickle cell anemia ) tê binavkirin. Ji ber şiklê dasî, xirokên sor bi têra xwe hemoglobîn li xwe nagirin, loma veguhêztina oksîjenê têra laş nake. Nexweşiya bi navê talasemiya (Thalassemia) jî dibe sedema kêmxwîniyê.

Pêşeroja Bûyeran

Di destpêka nexweşiyê de nîşanên nexweşiyê hindik in, lê bi pêşveçûna nexweşiyê ve nîşanên ji boy kêmxwînî zêde dibin.

Çavkanî: Çandname

Şîroveyek Binivîse