8 Kasım 2026, Pazar
Nûçe

Li Misrê du trên li hev qelibîn: 4 kes mirin 88 jî birîndar bûn

📰 KAPSAMLI RAPOR

NAVENDA NÛÇEYAN — Li parêzgeha Ciza ya Misirê di qezaya du trnênan de 4 kes mirin û 88 kes birîndar bûn.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Li herêma Eyatê ya parêzgeha Cîza ya başûrê paytexta Misrê Qahîreyê du trên li hev qelibîn.
  • Wezareta Tenduristî û Niştecihan a Misirê ragihand ku di encama qezayê de 4 kes mirine û 88 kes jî birîndar bûne.
  • Trêna 134 a ku ji Cîza diçû Fiyûmê li trêna 2010 a ku ji Qahîreyê diçû Eswanê qelibî.

Qeza di navbera stasyonên Kefer Emar û Reqayê de çêbû

Li gorî Desteya Neteweyî ya Xetên Trênê ya Misirê, trêna 134 a ku ji Cîza diçû Fiyûmê li trêna 2010 a ku ji Qahîre diçû Eswanê qelibî. Desteyê diyar kir ku qeza li devera navbera stasyonên Kefer Emar û Reqayê çêbû, di encamê de tevgera trênan a li ser xetê sekinî.

Pêşeroja Bûyeran

Rayedarên tenduristî û ewlehiyê piştî qezayê sewqî herêmê hatin kirin û xebatên rizgarkirinê û lêkolînê li herêmê dewam dikin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse