GERMIYAN — Mamostayê Olî Dr. Hawar Şafiî diyar kir ku peyama aştî û hevrejiyanê ya Birêz Ocalan a ji bo civaka Kurd û mirovahiyê peyama Îslamê ye û got, divê mirovê Misilman mijûlê baweriya xwe be ne ya kesên din.
- Gelê Kurd Îslamyetê bi şêwazek nerm qebûlkiriye.
- Ola Îslamê aştiya ji bo mirovahiyê ye û peyama pêximberê Îslamê peyama aştî û mihrevaniyê ye.
- Pêwîste melayên ku tûndrewiyê belav dikin ji kar bên dûrxistin.
Îslam ne ji bo belavkirina tûndrewiyê hatiye
Têkildarî hişmendiya tûndrewî û giringiya belavkirina hişyariya li dijî vê hişmendiyê, her wiha giringiya hevrejiyan û peyama Rêber Apo a di derbarê avakirina civakek aştîxwaz û demokrat de, Mamostayê Olî Dr. Hawar Şafiî ji ajansa Rojnewsê re axivî. Dr. Hawar Şafiî da zanîn ku ola Îslamê aştiya ji bo mirovahiyê ye û peyama pêximberê Îslamê jî peyama aştî, mihrebaniya bo mirovahiyê ye. Şafiî got: “Îslam ne ji bo belavkirina tûndrewiyê hatiye. Pêximber gotiye ku tûndrew nebin û ol nekin amrazek ji bo belavkirina tûndrewiyê, yê banga tûndrewiyê dike jî ne ji meye. Îslam ji selamê hatiye ku tê wata aştiyê.”
‘Pêwîste melayên ku tûndrewiyê belav dikin ji kar bên dûrxistin’
Têkildarî belavkirina fikrê tûndrewiyê ya ji aliyê hin melayan ve jî, Dr. Hawar Şafiî got: “Di dema pêximber de aliyek di nava Musulmanan de peyda bû ku kar ji bo hişmendiya tûndrewiyê dikir. Pêwîste ew çavkaniyên ku ev alî ji bo tûndrewiyê bikartînin, bên rakirin. Daku civakek aştîxwaz û aram ava bibe. Mixabin li Herêma Kurdistanê ew pirtûkên ku çavkaniya tûndrewiyê ne û komên tûndrew yên wek DAIŞ û El Qaîdeyê bikaranîne, li mizgeft û navendên olî yên Herêma Kurdistanê de tên xwendin.”
Pêşeroja Bûyeran
Dr. Hawar Şafiî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya parastina nirxên aştî û hevrejiyanê û destnîşan kir ku pêwîste hemû kes ji bo belavkirina hişyariyê û avakirina civakek aştîxwaz û demokrat bixebitin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî