STENBOL — 14’emîn Festîvala Fîlman a Bogazîçî bi merasimekê li Sînemaya Atlasê dest pê kir û wê heta 15’ê mehê li dar be.
- Festîval ji aliyê Weqfa Çandê ya Bogazîçî ve û bi piştgiriya Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê tê li dar xistin.
- Fîlmê Marwan Hamed ê bi navê ‘Ell Sett: Umm Kulthum’ (Dîva: Ummu Gulsum) wekî fîlmê destpêkirina festîvalê hat nîşandayîn.
- Di beşa ‘Pêşbaziya Neteweyî’ de 10 fîlm ji bo Xelata ‘Yûnûsê Zêrîn’ wê bikevin qayişkêşanê.
Destpêka Festîvalê û Protokol
Festîvala Fîlman a Bogazîçî ji aliyê Weqfa Çandê ya Bogazîçî ve tê li dar xistin. Festîvala ku bi piştgiriya Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê ve tê li dar xistin, li Sînemaya Atlasê bi merasimek dest pê kir. Rayedarên Wezareta Çandê, Qeymeqamên Navçeya Beyoglu û Eyupsultanê jî lê amade bûn. Serokê Weqfa Çandê ya Bogazîçî Ogun Şanlier axaftina xêrhatinê kir û got, ‘Em bi hêza sînemeya ya mirovan tîne ba hev bawer in. Sînema yek ji zimanên xurt ê hevpar e. Di sînemayê de zimanê we çi be jî, hûn hestên karakterek, tirsên karakterek, çîrokên civakên cuda dibînni.’
Fîlmê Vekirinê û Beşa Nîşandayîna Taybet
Piştî axaftinê û danasîna bernameyê, fîlmê Marwan Hamed ê bi navê ‘Ell Sett: Umm Kulthum’ (Dîva: Ummu Gulsum) wekî fîlmê destpêkirina festîvalê hat nîşandayîn. Di ‘Beşa nîşandayîna taybet’ de ligel vî fîlmî 10 fîlmên din jî hene, ku çend jê ji Îranê ne.
Pêşbaziya Neteweyî û Fîlm
Di beşa ‘Pêşbaziya Neteweyî’ de 10 fîlm hene ku ji bo Xelata ‘Yûnûsê Zêrîn’ Wwê bikevin qayişkêşanê. Fîlmên vê beşê ev in:
– At Ustunde (Derhêner Murat Saraçoglu: Du karakter Mehmet Ali û kurê wî Yakup li gund rûbirûyên bûyeran dibin; têkiliyên malbatê derdikeve hêy. Fîlmî li Rusyayê Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girtibû.
– Olu Arinin Îğnesi (derhêner Aydin Orak): Fîlm çîroka parêzerek serketî Yusuf û jina wî Ayşe tîne pêş sînemahezan. Piştî bi şaşî zarokek xwe ji dest dide ew dikevin nav êşeke giran a wijdanî. Fîlmî li Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê hat nîşandayîn û Xelata Film Forum Pitchingê girt.
– Beklenti (Ali Ozel): Li gundekî dûr a Anatolyayê razên veşartî û bûyerên berê derdikevin holê. Fîlmî ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ‘Xelata Netflix a ‘Koprude Buluşmalar” girtibû.
– Bir Anne Hakkinda (derhêner Buşra Bulbul): Sibel piştî nexweşke
Pêşeroja Bûyeran
Festîvala Fîlman a Bogazîçî ku bi tevlêbûneke berfireh dest pê kiriye, heta 15’ê mehê wê berdewam bike û gelek fîlm û çalakiyên curbecur bi sînemahezan re bîne anîn.
Çavkanî: Diyarname