9 Kasım 2026, Pazartesi
Nûçe

IOM: Li Iraqê ji mirovên ji cih û warê xwe bûn 3834 kes vegeriyan malên xwe

🔍 DERİNLEMESİNE ANALİZ

HEWLÊR — Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku ji destpêka salê û vir ve 3 hezar û 834 kes bi dilxwazî vegeriyan malên xwe.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Ji serê salê ve li navxweya Iraqê 639 malbatên koçber vegeriyane cih û warên xwe ku ji 3 hezar û 834 kesan pêk dihatin.
  • Ev pêvajo di çarçoveya bernameya vegerîna dildarî ya hêsankirî de hatiye cîbicîkirin.
  • Hikûmeta Iraqê israra xwe ya ji bo entegrekirina kampên ‘Behirkê’, ‘Dîbegê’ û sê kampên rojhilatê Mûsilê nîşan daye.

Daxuyaniya Nûnerê IOM Pascal Reyntjens

Nûnerê Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê (IOM) Pascal Reyntjens derbarê hejmara koçberên ji serê salê ve li Iraqê vegeriyane cih û warên xwe, daxuyaniyek belav kir. Pascal Reyntjens ragihand ku rêxistina wan xebatên xwe yên li ser hemahengiya li gel hikûmeta Iraqê derbarê dosyeya girtina kampan û entegrekirina koçberan bi beşdariya aliyên hikûmî, ajansên Neteweyên Yekbûyî û saziyên peywendîdar re berdewam dike. Di dewama daxuyaniyê de Reyntjens destnîşan kir ku hikumeta Iraqê israra xwe ya ji bo entegrekirina her du kampên ‘Behirkê‘ û ‘Dîbegê‘ yên li Hewlêrê, li gel entegrekirina sê kampên rojhilatê Mûsilê di nav yek kampê de nîşan daye.

Bernameya Vegerîna Dildarî û Entegrasyon

Reyntjens da zanîn ku şêwirîna di navbera Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê, Komîsyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) û desthilatên hikûmî li gel niştecihên kampan, ji bo guftûgokirina çareseriyan berdewam e. Her wiha diyar kir ku ji destpêka sala 2026’an ve di bernameya vegerîna dildarî ya hêsankirî de 639 malbat ku 3834 kes bûn yan li cih û warên xwe vegeriyane yan jî bi rêya nîştecihkirin û entegrasyona navxweyî hatine bicihkirin. Her weha qala berdewamiya pêşkêşkirina alîkariya darayî ji bo wan koçberên ku dixwazin kampan biterikînin kir.

Pêşeroja Bûyeran

Pascal Reyntjens ragihand ku Wezareta Koç û Koçberan piştî girtina kampên Silêmaniyê, serpereştiya proseya mezintir a birêvebirina koçberan û girtina kampên mayî didomîne.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse