10 Kasım 2026, Salı
Nûçe

Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

🔍 DERİNLEMESİNE ANALİZ

KURDISTAN — Piştî ku gerîla Zinar şehîd dikeve gundiyên heremê navê kaniyê dikin ‘Kaniya Şehîd Zinar’ û ji bo ku ked û fedekariya wî tu carî neyê jibîrkirin navê wî li kaniyê dikin ku wek ava vê kaniyê Zinar jî diherike dilê hemû rêheval û dostên xwe.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Gundiyên herêmê piştî şehadeta gerîla Zinar navê kaniyê kirin ‘Kaniya Şehîd Zinar’.
  • Kanî li eyaleya Pirîzê di quntarên çiyayan de ye û tevî hemû êrîşên hewayî bi îhtîşamek mezin diherike.
  • Gundî û rêwiyên li herêmê ji vê kaniyê avê digirin û pêdiviyên xwe pê tînin.

Bedewiya Çiyayên Kurdistanê û Jiyan

Çiyayên Kurdistanê bi dewlemendiya xwe ve di Rojhilata Navîn de xwedî bedewiyek bêdawî ye. Her çiyayekî Kurdîstanê bi tena serê xwe xwedî efsaneyekê ye. Her çiqas bên bilêv kirin jî mirov jê têr nabe. Mirov dizane ku xweşikiyên li ser rûyê erde di bilindahiyan de veşartiye. Di milekî de şikeftên xwezayî, di milekî de zinarên bilind û tûj ku rê nadin û heta dawiyê asêne, di mile din de jî kaniyên kû mirov ji vexwarina ava wan têr nabe.

Av heta cihê kû lê diherike li derdora xwe jiyanê ava dike, şînkahiyê geş dike yanî ji bo zindiyan dibe sitargeh. Em dikarin bibejin ku têgîna jiyan bi avê re ava dibe. Ji bo rêwiyan jî dibe qurtek ava cemidî ku henaseya wan hênik dike.

Taybetmendiyên Kaniya Şehîd Zinar

Kaniya gerîla Zinar ji yek ji wan kaniyane ku li derdora xwe jiyanek hevpar ava kiriye, li derdora kaniyê hemû cure nebat şîn bûne, geş bûne û belavî hemû dolê bûne. Ev dol jî ji bo rêwiyan dibe cihê behnvedanê û kêliyên herî bi qîmet.

Ev kanî li eyaleya Pirîzê di quntarên çiyayan de ye. Rixmê hemû zor û zahmetiyên xwezayê û erîşên hewayî jî dev ji xwedîkirina ewladên xwe bernedaye, hêj bi îhtîşamek mezin diherike û mirov dibêje qey sond xwariye ku wê ewladên xwe hertim têr av bike.

Pêşeroja Bûyeran

Gundiyên li heremê jî ji vê kaniyê av werdigrin û pêdîviyê xwe pêk tînin. Kaniya Şehîd Zinar li qadê xwedî rolek mezine.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse