PERÊZ REMEZAN — Çalakvanên mafên jinan diyar dikin ku bêyî serweriya qanûnê, rûbirûbûna lihevhatinên eşîrtî û bilindkirina asta hişyariya civakê, diyardeya kuştina jinan kêm nabe, her wiha dibêjin ku hişyarkirina jinan mifteya rizgariyê ye.
- Bêyî serweriya qanûnê û rûbirûbûna lihevhatinên eşîrtî kuştina jinan kêm nabe.
- Ragihandin û rêxistinên jinan di hişyarkirina civakê de xwedî roleke sereke ne.
- Li gorî Qanûna hejmara 59 divê tu hincet ji bo kuştina jinan neyên qebûlkirin.
Çalakvan: Hişyarkirina jinan mifteya rizgariyê ye
Çalakvanên mafên jinan derbarê diyardeya qetilkirinên jinan ên li Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn. Çalakvanan bal kişandin ser rola ragihandin û rêxistinên jinan di hişyarkirina civakê de, pêwîstiya pêkanîna qanûnan û girîngiya rewşenbiriya jin û civakê. Çalakvan diyar dikin ku bêyî serweriya qanûnê, rûbirûbûna lihevhatinên eşîrtî û bilindkirina asta hişyariya civakê, diyardeya kuştina jinan kêm nabe.
‘Rola sereke ya ragihandinê hişyarkirina civakê ye’
Berpirsa Komeleya Zamî ya Kurdistanê Kewser Hesen da zanîn ku tevî bi salane bi piştgiriya hevpar û yekdengiya jin û rêxistinên jinan, kampanyayên li dijî kuştina jinan tên meşandin û di çarçoveya daxuyaniyan, meş û çalakiyên curbecur de dengê xwe bilind dikin, lê belê ew hîn jî rojane şahidên kuştina jinan û bûyerên bixwînin.
Kewser wiha dom dike; “Di dema lêkolîn û şoopandina tawanan de, tu hincet nînin ku bibin hinceta standina jiyana jinekê. Rola sereke ya ragihandinê belavkirina hişyarî û rewşenbîriya tak û civakê ye, ji ber ku civaka ku jin tê de nebe û rola wê paşguh bibe, civakeke netenduriste.”
‘Nabe rê bê dayîn tawan bi lihevkirina eşîrî bên çareserkirin’
Kewser Hesen got ku tevî diyardeya kuştina jinan li piraniya welatan hebe jî, lê rêjeya vê tawanê li vir zêdetire û dibêje; ‘‘Qanûna hejmara 59 a li dijî kuştina jinan heye û kujer…’
Pêşeroja Bûyeran
Çalakvanên mafên jinan tekez dikin ku ji bo bidawîkirina qetilkirina jinan li Başûrê Kurdistanê, pêwîst e qanûn bi tundî werin pêkanîn, çareseriyên eşîrtî werin redkirin û asta hişyariya civakî bi rêya ragihandin û rêxistinên jinan bê bilindkirin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî