10 Kasım 2026, Salı
Nûçe

Êzidiyên Başîqayê ji guherîna demografîk a li herêmê bi fikarin

💡 HABERİN ANATOMİSİ

NÎNOWA — Êzidiyên Başîqayê li hemberî encamên hewildanên ji bo guherandina demografiya li herêmên Deşta Nînowayê, hişyariyê didin ku ev yek bandorê li ser dîroka pêkhateyên olî û neteweyî yên herêmê dike û daxwaza parastina nasnameya herêmê û mafên niştecihên wê yên resen dikin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Metirsiyên li ser pêkhateya Êzidî yên li bajaroka Başîqa ya ser bi parêzgeha Nînowayê ve ber bi zêdebûnê ve diçin.
  • Bajarokê Başîqayê bi pirrengiya xwe ya olî û neteweyî tê naskirin; Êzidî, Mesîhî, Şebek, Ereb, Kurd û Kakeyî tê de dijîn.
  • Endamê Hevpeymaniya Kêmneteweyên Iraqê Sufyan Silo diyar kir ku niştecihên Başîqayê di rewşeke fikar û diltengiyê de dijîn.

Metirsiyên li ser pêkhateya Başîqayê zêde dibin

Metirsiyên li ser pêkhateya Êzidî yên li bajaroka Başîqa ya ser bi parêzgeha Nînowayê ve ber bi zêdebûnê ve diçin. Ev metirsî li Başîqayê bi giringî tê dîtin, ji ber ku ev bajarok bi pirrengiya xwe ya olî û neteweyî tê naskirin; Êzidî, Mesîhî, Şebek, Ereb, Kurd û Kakeyî tê de dijîn, ev yek jî dibe sedem ku parastina pêkhateya niştecihên wê û pêkvejiyana pêkhateyên wê bibe yek ji dosyayên herî diyar ku hişê niştecihên herêmê bixwe ve mijûl kiriye.

Pêwîstiya parastina nirxên nîştimanî û civakî

Endamê Hevpeymaniya Kêmneteweyên Iraqê yê ji pêkhateya Êzidî Sufyan Silo têkildarî mijarê ji ajansa me Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Niştecihên Başîqayê, ji ber egerên rûdana guherîna demokrafîk ya li herêmê, di rewşeke fikar û diltengiyê de dijîn. Ew pirrengiya ku herêm pê tê naskirin nirxekî nîştimanî û civakî ye ku pêwîste bê parastin.” Sufyan Silo diyar kir ku parastina hebûna dîrokî ya kêmeneteweyên li Deşta nînowayê, pêwîstî bi rêkarên cidî yên xweparastinê yên her du hikûmetên federal û herêmî heye daku rêgirî li her pêngavekê ku bibe sedema lewazkirina pêkhateyên resen an jî destkarîkirina taybetmendî û nasnameya wan a dîrokî.

Pêşeroja Bûyeran

Serokê Komeleya xêrxwaziyê ya li Başîqayê Celal Fatî, li ser berdewamkirina xebat û helwestên parastina mafên niştecihên resen û pêkvejiyana li herêmê daxwuyaniyên xwe didomîne.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse