10 Kasım 2026, Salı
Nûçe

Li Necefê Dema Çinîna Birincê Enberê ye: Berhem Zêde Bûye, Cotkar Piştgiriyê Dixwazin

🔍 DERİNLEMESİNE ANALİZ

NECEF — Birincê Enberê ku bûye çavkaniya debarê ya gelek malbatan û heman demê de semboleke çandî ya herêmê ye, li gorî salên berê xwedî berhemek zêde bûye û cotkaran daxwaza zêdetir a alîkariyê ji hikûmetê dikin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Hilberîna birinc di sala 2024’an de ji nêzîkî 12.6 hezar tonî di sala 2025’an de gihiştiye 227.5 hezar tonî li gorî daneyên FAO’yê.
  • Serokê Sendîkaya Cotkaran a Necefê Muhsin Hecam diyar kir ku çandina Birincê Enberê statû û nasnameyeke aborî, civakî û çandiniyê diyar dike.
  • Cotkar tevî gefa bêaviyê hêviyeke mezin ji zêdebûna berhem digirin û daxwaza dabînkirina para avê dikin.

Hilberîna Birincê Enberê Zêde Bûye

Birincê Enberê ya ku bûye çakvaniya debarê ya gelek malbatan û heman demê semboleke çandî ya herêmê ye li gorî salên berê xwedî berhemek zêde bûye û cotkaran daxwaza zêdetir a alîkariyê ji hikûmetê dikin. Li gorî daneyên Rêxistina Xorek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), hilberîna birinc di sala 2024’an de ji nêzîkî 12.6 hezar ton û sala 2025’an gihiştiye 227.5 hezar tonî. Ev yek ji bo cotkarên birinc bûye hêviyeke mezin tevî gefa bêaviyê jî.

Girîngiya hebûna rêjeyek zêde ya Birincê Enberê ne tenê başkirina rêjeya birincê li bazarane, di heman demê de dibe ku çavkaniyên debara gelek malbatên cotkar ên li Necefê. Birincê Enberê heman demê beşeke ji çandinî û aboriya parêzgehê temsîl dike.

Bandora Avê û Daxwaza Cotkaran

Serokê Sendîkaya Cotkaran a Necefê Muhsin Hecam ji ajansa me Rojnewsê re axivî û diyar kir ku çandina Birincê Enberê çavkaniyeke bingehîn a debara gelek malbatên cotkarane û got: “Girîngiya birincê Enberê ji aliyê hilberînê wêdetire, ji ber ku statû û nasnameyeke aborî, civakî û çandiniyê ya parêzgehê diyar dike.”

Muhsîm Hecam destnîşan kir ku kêmbûna avê di salên dawî de bandoreke yekser li ser rûberên çandiniyê û asta hilberînê kiriye û wiha domand: “Piştî demeke dirêj hatina birincê Enberê ya bazarê nîşaneyeke erênî ye. Bi hêviya ku ev yek dewam bike û pêşketinên zêdetir bi xwe re bîne.”

Pêşeroja Bûyeran

Serokê Sendîkaya Cotkarên Necefê Muhsîn Hecam bal kişand ser pêwîstiya dabînkirina para avê û peydakirina alîkariya pêwîst ji cotkaran re da ku çandina xwe bidomînin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse