STENBOL — Hêzên Ked, Demokrasî û Aştiyê ya Stenbolê derbarê teqîna Fabrîkaya Hesin û Polayê ya HABAŞê û mirina 17 karkeran de daxuyaniyeke çapemeniyê da û bertek nîşanî pergala kedxwarisiyê da.
- Di teqîna li Fabrîkaya Hesin û Polayê ya HABAŞê ya li navçeya Aliaga ya Îzmirê de 17 karkeran jiyana xwe ji dest da.
- Hêzên Ked, Demokrasî û Aştiyê li pêşiya AVMa Cevahîrê ya Şîşliyê daxuyanî dan û pankarta ‘Êdî bes e, ji bo bijî li ber xwe bide’ vekirin.
- Di 10 salên dawiyê de di heman fabrîkayê de 10 karker jiyana xwe ji dest dan û hate diyarkirin ku çareseriya mayînde ew e ku kedkar di tevahî pêvajoya hilberînê de xwedî biryar bin.
Li Îzmirê qetlîama kar: 17 karker jiyana xwe ji dest dan
Duh li navçeya Aliaga ya Îzmirê di Fabrîkaya Hesin û Polayê ya HABAŞê de teqînek pêk hatibû. Di encama teqînê de heta niha 17 karker jiyana xwe ji dest da. Li dijî mirina karkeran li Stenbolê Hêzên Ked, Demokrasî û Aştiyê ya Stenbolê li pêşiya AVMa Cevahîrê ya Şîşliyê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û rêxistina kedkaran û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Êdî bes e, ji bo bijî li ber xwe bide” hate vekirin û dirûşmeya “Kujerên HABAŞê dê hesab bidin” hate berzkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî